Nasir Hecî Mensur, şêwirmendê fermandarîya giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê destpêkirina operasyona bakurê Reqqa jibo Kurdan, jibo Sûrîyê û cîhanê bi giştî giring dinirxîne.
"Ev operasîyon ji curekî taybet e. Ew bi tevlîbûna hemû pêkhatîyên herêmê û li ser daxwaza gelê herêmê heta ya xelkê bajarê Reqqa bixwe hatiye destpê kirin".
Mensur herwiha xuya kir ku HSD bi armanca nehiştina xeterîya çekdarên DAIŞê li ser sîvîlan û sinordarkirin û tengkirina cîhên wan, ji sê alîyan ve operasyon daye destpê kirin.
Mensur da zanîn ku xweparastina herî baş êrîşkirin e û got ku li Sûrîyê û Rojava heta niha hêzên Kurdan û yên HSD bi hevakraîya êrîşên esmanî yên hevpeymana navnetewî 25,000 km ji çekdarên DAIŞê rizgar kirine.
Wî got hevpeymanîya Rojava bi hêzên navnetewî re jibo rewşa niha ya herêmê û paşeroja Rojava gelek giring e.