Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Tûşbûyên Korona Zêde Dibin 


Bajarê Qamişlo
Bajarê Qamişlo


Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilata Sûriyê diyar kir ku herêm ber bi pêla nû ya koronayê ve diçe .

Li gorî serjimarên dawî yên ku roja Pêncşemê hatine belavkirin ji aliyê Desteya Tendirustiyê ve 132 rewşên nû yên poztîf derketine ku tevî vê hejmarê, hejmara giştî ya nexwşên koronayê dighêje 37,870 nexweşan.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Tendirustiya li herêma Cezîrê Bêrîvan Derwîş ji Dengê Amerîka re diyar kir ku ji destpêka meha Sipatê ve hejamar pêktiyên Koronayê bilin dibe, lê wê piştrast nekir ku ev cûre ya Omicron e an na.

Li alîykî din û li gorî Odeya gazîyê ya Heyva Sor ya Kurd li bajarê Qamişlo, rewşa belvbûna vîrûsa Koronayê careke din bilind dibe di nava niştecihên herêmê de.
Berpirsê Odeya Operasiyonan ya Heyva Sor ya Kurd li bajarê Qamişlo Şîndar Loqo dibêje" ji 25ê meha derbasbûyî ve hejmara têkilyên wan di derbarê girtina testên Korona yê de bilind dibe."

Li aliyekî din berpirsên saxlemiyê li bakur û rojhilata Sûriyê di wê metrisiyê dene ku rewş careke din metrisîdar bibe û ji bin kontrolê derkeve.

Li gorî Navenda PCR ku tekane navenda lêkolînên testên koronayê li bakur û rojhilata Sûriyê ye metrisê heye ku careke din navend were rawestandin.

Berpirsê Navenda PCR Mihemed Xalid Diyar kir ku ew ditirsin alavên pêwist bi PCR nemînin bi teybet ku her û her hejmara girtina testan bilnd dibe.

Li gorî Desteya Tendirustiyê heya niha nehatiye tekez kirin ku çûreya Koronayê ya nû an ku pêla Pêncan ji korona ku tê naskirin bi navê Omicron li herêma bakur û rojhilarê Sûriyê belav bûye an na.

Lê li gorî pisporan Omicron belv bûye ji ber ku hemû nexweşên serlêdana bijijkan dikin heman nîşanên nexwşiyê li wan diyar dibin.

Raporta Qamishlo 13 02 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
XS
SM
MD
LG