Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê HSD'ê Ser Êrîşên Tirkiyê Daxuyanî Dide Û Êrîş Dom Dikin


Mazlum Abdî Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (Reuters TV via Reuters)
Mazlum Abdî Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (Reuters TV via Reuters)

Ajansa Firat ya nêzîkî Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro Şemiyê ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)'ê Mezlûm Abdî ji gel re axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê.

Abdî got, "Armanca êrîşên Tirkiyê nehiştina Rêveberiya Xweser û têkdana ewlehiyê ye."

Abdî bang li gel kir ku ji bo şikandina van êrîşan û parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe têkoşîna xwe xurtir bikin.

Fermandar Abdî di axaftina xwe de wiha got, "Ev 4 roj in dewleta Tirk li dijî herêmên me êrîşên bêhiqûqî pêk tîne. Di van êrîşan de ne tenê hêzên me yên leşkerî, binesaziya herêmê, saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser û herêmên sivîlan jî hedef tên girtin. Lê mixabin di van êrîşan de 17 sivîl şehîd bûn ku di nav wan de tenê 2 leşker hene. Herwiha kes 48 birîndar bûne tenê 9 jê hêzên ewlekariyê ne."

Li gorî amarên Hêzên ewlekarîya Hindrîn li bakur û rojhilatê Sûriyê, ku di navbera çarşemê 23 Cotmehê heya roja Înê 25 Cotmehê artêşa Turkîyê 685 êrîş li dij binesazî û xalên ewlekariyê li herêmê pêkanîn.

99 êrîş ji wan bi dironan, 13 bi balafirên şer pêkhatin.

Di encama wan êrîşan de 17 kes hatin kuştin, 48 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rêveberîya Xweser ya li bakur û rojhilatê Sûriyê zîyanên madî yên zevîyên Petrolê û jêderên enerîjîyê heya niha gihştîye 500 mîlyon dolarî.

Îro şemîyê jî êrîş hatin berdewamkirin, li Qamişlo , Dêrik û Minbicê bêtirî 6 caran hatin armanc girtin.

Li Qamişloyê hejmarek ji rêxistinên sivîl li pêş avahîya Netewên Yekbûyî (UN) mangirtinek darxistin, têde doza rawestandina şer û armac girtina sivîlan kirin.

Kurdên Sûrîyê bang li Amerîka dikin ku qedexeya firînê ser esmanê Rojava ragihîne û wan ji êrîşên Tirkiyê yên domdar biparêze.

Ji hejî bîrxistinê ye ku roja Çarşemê êrîşeke çekdarî li Enqerê li dijî binesaziya leşkerî ya TUSAŞê pêkaht bû.

Roja Înê, 25ê Cotmehê, Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) berpirsîya êrîşa li TUSAŞ ya Enqerê ya roja Çarşemê girt ser xwe.

Navenda Parastina Gel (NPG) ya girêdayî PKK’ê di daxuyanîya ser ragihandina berpirsîyê de dîyar kir ku êrîş ji berê de hatiye plan kirin û ti peywendîya wê bi rojeva sîyasî ya mehên dawî re tuneye.

Li gor ragihandina NPG’ê êrîşa dijî TUSAŞ’ê jiber çekên ew çêdike hatiye li dar xistin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dide zanîn ku di êrîşa TUSAŞ’ê de 5 kes hatine kuştin 22 kesên din jî birîndar bûne.

Şeva Çarşemê derdora seat 10ê de Tiriyê gelek êrîşên esmanî, dron û topan li dij herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê pêkanîn, herwiha li herêmên çiyayî yên li bakurê Îraqê û bajarê Şengalê jî.

XS
SM
MD
LG