Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêmên Rêvebirîya Xweser Nexweşîya Kolera Zêde Dibe


Zarokek ku bi kolera ketiye li Dêrezorê
Zarokek ku bi kolera ketiye li Dêrezorê

Hevgirtina rêxistinên civaka sivîl li bakur û rojhilata Sûrîyê di 11ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo, bi beşdarbûna ofîsa karûbarên mirovî û rêxistinan a bakur û rojhilata Sûrîyê, Heyva Sor a Kurdî û rêxistina Nesform daxuyanîyek derbarê belavbûna nexweşîya kolera ji bîragiştî re xwend.

Rêxisitinên civaka sivîl dibêjin ku ew hewil didin têkevin têkilîyan bi rêxistinên navdewletî re jibo bal bikişînin ser rewşa deverê.

Di daxuyanîyê de amarên herî dawî yên belavbûna nexweşîya kolera û awayê parastina deverê hat xwendin, herwiha bang li sazî û rêxistinên navdewletî kirin ku alîkarî û piştgirîyê bidin tîmên saxlemîya herêmê da ku karibin rûbirûyî nexweşîyê bibin.

Berpirsa ofîsa karûbarên mirovî û rêxistinan li bakur û rojhilata Sûrîyê, Emîna Îsa dîyar kir ku herêm rastî metirsîya belvbûneke mezin a kolerayê tê, lewma pîwîstîya herêmê bi alîkarî û piştgirîya navdewletî heye.

Emîna Îsa û Evîn Şêxmûs
Emîna Îsa û Evîn Şêxmûs

“Niha pêwîstîya herî mezin rêgirtina belavbûna nexweşîyê ye ku ew jî bi rêya piştgirîya tîmên tendirustîyê û şopandina rewşa kesên nexweş û hişyarkirina civakê ye. Herwiha pêwîstî bi alîkarî û piştgirîya rêxistinên navdewletî yên ku li bakur û rojhilata Sûrîyê kar dikin, heye, jibo dabînkirna ava paqij û belavkirina madeya kilorê li ser navnedên ava vexwarinê.”

Berpirsa Hevgirtina Rêxistinên Civata sivîl li bakur û rojhilata Sûrîyê, Evîn Şêxmûs, ji Dengê Amerîka re got ku ew bi hejmarek rêxistinên navdewletî re civîne û rewşa herêmê ji wan re şîrove kirine.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor amarên herî dawî yên Desteya Tendirustîyê a bakur û rojhilata Sûrîyê 1450 kes bi nexweşîya kolera ketine.

Desteya Tendirustîyê bawer dike ku qutkirina ava çemê Firatê ji alîyê Tirkîyê ve hiştîye ku çem bibe golên ava gemar û bûye sedema sereke ya belavbûna kolerayê ye, nexasim ku piranîya pêketîyan li Reqa, Tebqa û Dêrezorê ne.

ZO_12_10_2020_Kolera
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG