Wezîrê Derve yê Îsraîlî Gideon Sa'ar roja Sêşemê got ku divê Kurd jî di nav de, mafên hemî kêmanîyên li Sûrîyê bi tevahî werin parastin.
Ji dema ketina rêjîma Esed vir ve û hatina desthilatdarên nû li Şamê, Îsraîl hebûna desthilatdarên nû li ser sînorê welatê xwe wek gef dibîne.
Ev ne cara yekê ye ku Îsraîl bi eşkereyî piştgrîya xwe jibo Durzîyên başûrê Sûrîyê û jibo Kurdan nîşan dide.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ji bernameyeke beşa Erebî ya BBC de, ku di 23 Sibatê hatibû weşandin, ser giringîya helwesta Îsraîlê sekinî.
"Ger Îsraîl bandora xwe li ser welatên Rojavayî bike emê bi germî pêşwaz bikin," Ebdî got.
Partîyên Kurd yên nava Rêvebirîya Xweser helwesta Îsraîlê ya hember Kurdên Sûrîyê erênî dinirxînin.
Sîyesetvan Narîn Metînî dibêje ku helwesta Îsraîlê pozîtf e û ew pêşwazî li peyamên karbidestên Îsraîlî dikin.
Li gor medyaya Îsraîlê, peywendîya yekê ya navbera Kurdên Sûrîyê û Îsraîl bi rêka pêwendîyeke telefonî ya navbera Hevseroka Desteya Karê Derve ya Rêvebierîya Xweser, Îlham Ahmed û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar de pêk hat.
“Divê her kes fêm bike ku bê rola Îsraîl û gelê Cîhû, ji pirsgirekên Rojhilata Navîn re çareserîya demokratîk çênebin,” Ahmed di destpêka meha Rêbendanê de ji rojnameya Jerusalem Post re gotibû.
Kolanên Qamişlo Îsraîlê wek dosteke Kurdan dibîne. Telat Hisên, ku Kurdekî Qamişlo ye, dibêje ku piştgrîya Îsraîlê jibo wan girîng e.
Çavdêr bal dikşînin ku taybetî nifşên ciwan jibo peywendîya bi Îsraîlê re pirtir dilxwaz in. Sîlver Xanê, ciwanekî 26 salî ji Qamişlo ye, dîyar dike ku divê gelê Kurd û Cîhû koalisyona xwe li Rojhilata Navîn ava bikin.
Eşkerekirin û bihêzkirina peywendîyên maba her du alîyan rastî hin astengîyan tên.
Hêjayî balkişandinê ye ku li kêleka Kurdan, 5 partîyên Ereb di nava Rêvebirîya Xweser de hene.
Dengê Amerîka hewil da ku bi wan partîyên Ereb re peywendî bike û helwesta wan ya derbarê sazkirina peywendîyan ya Rêvebirîya Xweser û Îsraîlê bizane, lê ti bersîv ji wan partîyan nehatin.
Tevî ku Kurd hêza serekî ya Rêvebirîya Xweser in, lê hin çavdêr bawer dikin ku peywendîya navbera Kurdan û Îsraîlê wê bibe cîhê pirsgirêkan nava pêkhatên Rêvebirîya Xweser.
Çavdêrê sîyasî Dilovan Çeto bawer dike ku karbidestên Kurd naxwazin bi hevkarên xwe yên Ereb re, derbarê dosyeya têklîyên bi Îsraîlê re bikevin nakokîyê loma dosyeya têkilîyên bi Îsraîlê re pir baldar in.
Tevî ku Kurdên Sûrîyê piştgrîya Îsraîlê ya jibo Durzî, Kurd û kêmanîyên din yên olî û mezhebî li Sûrîyê erênî dinîrxînin, helwesta Erebên Sûrîyê, bi taybet yên li herêma Rêvebirîya Xweser pêş geşkirin û eşkere kirina peywendîyan dibe kelem.
Li alîyekî din, Kurdên Sûrîyê bawer in ku divê Sûrîyeya nû jibo welatên cîran, taybetî jî ji Îsraîlê re nebe gef.