Rêvebirîya Xweser li Bakurê Rojhilata Sûrîyê di Gulanê de destpêkirina dadgehkirina girtîyên bîyanî yên DAIŞ’ê li deverên di bin kontrola wê de ragihand.
Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyekê bang li civaka navnetewî û hevpeymanîya navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku hevkar bin û piştgirîyê di vî warî de bidin.
Lê ji bilî girtîyan, bi hezaran jin û zarokên DAIŞ’ê jî li nav kamp û navendên perwerdeyê yên Rêvebirîya Xweser hene.
Gelo biryara dadgehkirinê dê çi bandorê ser hewlên vegerandina jin û zarokan bo welatên wan bike?
Di biryara Rêvebirîya Xweser de hat destnîşankirin ku ev dadgehkirin wê tenê ji bo mêran be, û peywendîya wê bi zarok û jinan ve tune ye.
Desteya Karê Derve ya Rêvebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re tekez kir ku jinên ku tawan kirin wê werin dadgehkirin, lê jinên ligel zarokan yên li kampan dê vegera wan berdewam be.
Xalid Ibrahîm, endamê komîteya Desteya Karê Derve li Rêvebirîya Xweser got ku dadgeh wê bandorê li vegera malbatên DAIŞ’ê neke.
Lê tevî van peyman, pispor dibêjin wê dadgehkirin bê guman bandorê li tevgera vegerdinê bike.
Di warê qanûnî de, dibe ku di dema dadgehkirinê de girêdana jinên DAIŞ’ê bi dozan ve hebe. Lewra Yekîtîya Parêzeran li herêma Cizîrê dozê dikin ku vegerandina malbatan were rawestandin.
Nisrîn Osman, Hevseroka Yekîtîya parêzeran li Herêma Cizîrê, vê yekê ji Dengê Amerîka re tekez dike.
"Em wek Yekîtîya Parêzeran li Herêma Cizîrê pêşnîyar dikin ku tevgera vegerandina jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê ji bo welatên wan rawestînin, ji ber dibe destê wan di tawanan de hebin."
Fransa vegerandin rawestand
Hefteya borî, hikûmeta Fransa 25 zarok û 10 jinên DAIŞ’ê ji kampa Roj vegerand Fransayê. Lê hate ragihandin ku Parîs nema êdî jin û zarokên DAIŞ’ê yên Fransî ji herêmên Rêvebirîya Xweser werdigire.
Berpirsekî bilind yê Fransayê ji ajansa AFP’ê re got ku piştî ku Fransa hinek jin û zarokên DAIŞ’ê ji kampa Roj li herêmên Kurdên Sûrîyê birin, ku xwestibûn vegerin welatê xwe, ev operasyonên vegerandinê nema êdî tên kirin.
Parêzer Imran Mensûr, ku li Fransayê dimîne û dosyeya malbatên DAIŞ’ê yên Fransî ji nêz ve dişopîne, vê birîyara Ferensa bi biryara dayikên zarokan ve girê dide.
Fransa heta niha 169 zarok û 57 jin ji kampên Roj û Holê yên Rêvebirîya Xweser vegerandine, lê 80 jinên ku hîn li van kampan dimînin naxwazin vegerin.
Mensûr dibêje ku gelek ji wan jinên malbatên DAIŞ’ê ku li kampa Roj dimînin, bixwe naxwazin ku zarokên wan bêyî wan vegerin Fransayê.
"Gelek dayik hene dibêjin ‘yan em û zarokên xwe vegerin, yan çênabe zarok tenê vegerin.’ Fransî gelek caran daxwaza zarokan tenê dikin, jiber ku dizanin dayikên wan zehmet e gelekî ku ji ser rîya DAIŞ’ê vegerin."
Hejmarên giştî
Di sala 2022’an de 388 zarok, 129 jin hatin vegerandin ji bo welatên wan, li gor daneyên Rêvebirîya Xweser. Ji wan, hejmara herî zêde ji Tajîkstanê bû ku 146 jin û zarok vegirandin. Fransa jî 111 jin û zarok vegerandin.
Ji destpêka sala 2023’an ve heta dawîya meha bûrî, anku Hezîran, 252 zarok û 78 jin hatin vegerandin.