Li gor amarên Asayîşa li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, di navbera 23 heta 25ê Cotmehê artêşa Tirkîyê 685 êrîş li dijî binesazî û xalên ewlekarîyê li herêmê pêk anîn.
Tirkîyê ser dirêjahîya 4 rojan êrîşên ezmanî li dijî herêmên Kurdên Sûrîyê pêk anîn.
Li gor Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê zîyanên madî yên zevîyên petrolê û jêderên enerîjîyê heya niha gihîştine 500 mîlyon dolaran.
Bi êrîşan re yekser krîzên cûda li herêma Kurdên Sûrîyê derketin holê.
Mijara Rojê li dor krîzên di encama êrîşên Tirkîyê de bi rojnamevan Egîd Mişmiş û rojnamevan Evîn Yûsif herwisa berpirsê ofîsa enerejîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Zîyad Rustem gotûbêj dike.