Ji destpêka şerê li Gazayê di navbera Îsraîl û Hamasê de, çavdêr hişyarîyê didin ku gurbûneke leşkerî di qada Sûrî de çêbibe.
Artêşa Îsraîlî pir caran Sûrîyê bombebaran dike, herwiha mîlîşyayên Îranî êrîşî bingehên Koalisyona Navdewletî û Amerîkayê li Sûrîyê dikin.
Rojnamevan Hoşeng Hesen dibêje ku di destpêka şerê li Gazayê de, metirsî hebû ku ew firehtir bibe û derbazî qada Sûrî bibe, "Lê piştî zêdetirî mehekê egera vê yekê kêmtir bûye, kartên di destê hemû alîyan de hatin bikar anîn, loma di bawerîya min de şer wê di asta niha de bimîne."
Hesen dîyar dike ku helwesta Rejîma Sûrî jî ne dûrî hemû welatên herêmê ye, "Ew daxuyanîyên tund di ragihandinê de dide û daxwaza derbazbûna alîkarîyên mirovahî dike, lê zêdeyî wê anku destwerdana leşkerî yan derbazbûna vî şerî tuneye."
Pentagon dîyar dike ku ji ber êrîşên mîlîşyayên Îranî bi dronên xwekûj û topbaranê, ti zerarên mezin di nava hêzên Amerîkî de li Sûrîyê çênebûn, ku piranîya êrîşan têkbirine, û weke bersivdanek li çend cîhên wan mîlîşyayan daye.
Çinar Salih, lêkoler di Navenda Ferat ya Lêkolînan de li ser van êrîşan dibêje ku ew nayên wateya firehbûna şerê li Gazayê, ku bi rûbirûbûna di qada Sûrî de, Amerîka û Îran tenê dixwazin barê hevalbendên xwe sivik bikin.
"Amerîka jibo piştgirîya Îsraîlê û weke çavşikandin hin caran li mîlîşyayên Îranî dide, herwiha Îran jibo piştdana Hamasê tevlihevîyan bi rêya êrîşên mîlîşyayên xwe, çêdike".
Tê zanîn ku 900 leşkerên Amerîkî di nava hêzên Koalisyona Navdewletî de bi erka şerê li dijî DAIŞê li Sûrîyê bicîh dibin.
Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), ji 19ê meha borî de, pirtir ji 30 êrîş li dijî bingehên Amerîkî li bakur û rojhilata Sûrîyê û li Tenefê çêbûne.
Rojnamevan Hesen bawer dike ku êrîşên mîlîşyayên Îranî dê di vê çarçovayê de bimînin, "Îran naxwaze êrîşan li dijî Amerîka ji asta niha bilindtir bike, eger lêdanên giran pêk bîne dê bersiva Amerîka gelekî tund be, ku pir çek û cebilxane anîne herêmê herwiha artêşa Amerîkî jî lê belav bûye".
Derbara siberoja herêmê de, lêkoler Çinar Salih di wê bawerîyê de ye ku şerê li Gazayê dê rê li ber guhertinên mezin li rojhilata navîn veke ku pêkane nexşe û hevsengîyên heyî werin guhertin.
Salih hizir dike ku encamên vî şerî dê bandorê ne tenê li alîyên tê de beşdar bike, lê li tevahîya gelên herêmê jî û di nava wan de Kurd, ku çêbûna statuyeke Kurdan dê di berjewendîya dewletên mezin de be.
Ew bîra xwe wiha şîrove dike, "Welatên weke Tirkîyê, Îran û Sûrîyê ku netewperest û hişk in, dibin kelem li pêş projeyên sîstema nû, loma piştî Gazayê dê zelel be ku nêzîkatîyên gelê Kurd baş û nerm in, loma statuya Kurdan û danûstandina ligel wan dê pirtir têkeve rojevê."
Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî êrîşa Hamasê di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê, ku 1200 kes piranî sivîl hatin kuştin, Tel Avîvê jî weke bersivdan, dest bi şerê li dijî Hamasê kir, ku li sînorê Lubnan û Îsraîlê jî pevçûn bi Hizbulla re derdikevin.
Herwiha mîlîşyayên Îranî li Sûrîye û Îraqê êrîşan li dijî bingehên Amerîkî weke dilsozîya bi Hamas û Filistînîyan re pêk tînin.