Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

60 Girtîyên Dozên Terorê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Hatin Berdan


Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksazîyê ya Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Yekşemê ragihand hejmarek ji girtîyên girêdayî tawanên terorê hatin berdan. Ew 60 girtî ji du girtîgehên Qamişlo û Hesekê ya navnedî serbest hatin berdan.

Karbidestên dadwerî yên Rêvebirîya Xweser dibêjin ku tawanbarên hatin berdan, piştî ku wan çarîkek û zêdetir ji dema cezayên xwe li girtîgehê qedandine.

Xalid Remo, Hevserokê Ofîsa Dad û Çaksazîyê, ji bo Dengê Amerîka got ku "ev biryar ne ji bo hemû girtîyan e, lê bi taybetî wan kesan digire ber xwe ewên ku reftarên wan baş bûn."

“Di siberojê de jî dibe hinek biryarên din ji aliyê Rêvebirîya Xweser ve derkevin, bi taybet girtîyên ku kuştin nekirine," Remo da zanîn.

Ev girtî li gor biryara Meclîsa Dadmendîya Civakî ya li jêr madeya 126’ê ya cezayan di qanûna Rêvebirîya Xweser de hatin berdan.

Dayika girtiyekî dibêje ku ev 3 sal in ku kurê wê girtî ye û ewê li gor biryarê were berdan.

"Spas jibo Xwedê ku ew li cem mirovên xwe ye. Xwedê ferecê li tevan veke," xanima ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re got.

Malbatên girtîyan li rûyê wan kêfxweşî dîyar bû û hinek zarok bi çoşeke mezin bavên xwe yên girtî û niha tên berdan hembêz dikirin.

Bavê Dilgeş, ku kurê wî jî bi vê biryarê hate berdan, ji Dengê Amerîka re got ku ew bi hêvî ye ku cezakirin çavê kurê wî li şaştîya wî vekirîbe û hişê wî vegerine serê wî.

Girtîyên ku hatine berdan zêdeyî 3 salan li wan hatbû birîn, lê jiber vê biryarê ew berîya ku dema cezayên wan bi dawî bibe, hatin berdan .

Dilgeş Taha hêvîya wî wek ya bavê wî ew e ku venegere tawan û terorê.

"Sê sal in ku ez li girtîgehê me. Rêvebirîya Xweser em efû kirin, careke din ez nema dikevim şaştîyan," wî ji Dengê Amerîka re got.

Taha teka Kurd yê girtî ye û li gor karbidestan yên mayî Erebên ji deverên wek Dêrezor û Reqa ne.

Li gor Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksazîyê, di demên pêş de wê hejmarek din ya girtîyan werin berdan.

Dadgeha Terorê ya Rêvebirîya Xweser xwe dispêre zagona terorê ku di sala borî de guhertin ser xalên wê hat kirin.

Li gor vê dadgehê, tenê welatîyên Sûrî tenê tên dadgeh kirin. Piranîya 11 hezar girtîyên DAIŞî jî yên li zindanên Rêvebirîya Xweser de ne ji 54 welatan tên ku piranîya van jî Îraqî ne.

Ev girtî li 27 girtîgehên deverê dimînin. Rêvebirîya Xweser doza dadegheke navnetweyî ya taybet li nav axa Sûrîyê jibo van kesan dike. Lê tevî ku 3 sal di ser şerê dawî yê Baxozê ve derbaz bûne, hîn ez ev daxwaz pêk nehatîye.

XS
SM
MD
LG