Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

36 Partîyên Sîyasî Êrîşên Tirkîyê yên Ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê Şermezar Dikin


36 political parties in N&E Syria
36 political parties in N&E Syria

36 partî û hêzên sîyasî îro Duşemê li bajarê Qamişlo derbarê êrîşên Tirkîyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê preskonferansek li dar xistin.

Partîyên sîyasî yên di jêr sîwana Rêvebirîya Xweser kar dikin bang li alîyên navdewletî kirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Rêvebirîya Xweser rawestînin.

Li alîyekî din hêzên sîyasî yên rêvebrîya xweser nêzîkbûna pêşbîn ya di navbera rêjîma Sûrîyê û Tirkîyê de red kirin û bang li hikûmeta Şamê kirin ku ji bo çareserîya kirîza Sûrî bi hêzên sîyasî yên Sûrî re rêyeên dîyalogê û li hevkirinê pêşbixe.

Ferhad Têlo
Ferhad Têlo

Partîyên sîyasî yên kurdên Sûrîyê derbarê vegera peywendîyan di navbera rêjîma Sûrî û Tirkîyê de helwestên xwe nîşan dan.

Serokê Yekîtîya Lîberalên Kurdistanê Ferhad Tello dibêje her nêzîkbûnek di navbera Şam û Enqerê de dê li dijî çareserkirina krîza Sûrîyê be û bi taybetî li dijî Rêvebirîya Xweser be.

Kovan Keno
Kovan Keno

Dîsa, sekreterê Partîya Roj a Demokrat a Kurd li Sûrîyê Kovan Keno dîyar kir ku hêzên sîyasî yên Kurd ne li dijî peywendîyên baş ên cîrantîyê di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de ne, lê tişta ku tê xuya kirin di çerçoveya nûkirina peymanên kevn ên weke peymana Edeneyê de ne.

Li alîyekî din hêzên sîyasî yên Kurd û yên di jêr sîwana Rêvebirîya Xweser de ne li bajarê qewimandinên dawîn û gotûbêjkirina rêyên rû bi rûbûna êrîşên Tirkîyê bi awayekî rojana civînan li dar dixin.

Dîsa, do bi amadebûna cîgirê hevserokê encûmena cîbicîkar a Rêvebirîya Xweser Bedran Çîya Kurd civîneke di vê derbarê de hat li darxisitn.

Çîya Kurd herwiha bal kişand ser nêzîkbûna rejîma Tirkîyê û Sûrîyê û got ku ew piştgirîyê didin başkirina peywendîyên di navbera her du welatan cîran Sûrîye û Tirkîyê, lê nabe ev yek li ser hesabê mafên gelên bakur û rojhilata Sûrîyê be.

ZO_08_22_2022_36partî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG