Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e.
Roja Spasdarî her sal di Pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin.
Di vê roja behnvedana federalî de, bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, tren û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin, lê îsal ev roj di bin sîya korona de derbaz dibe..
Di Roja Spasdarî de, ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux anku elok dixwin. Lê, pisporên saxlemîyê daxwaz ji gel dikin tenê bi endamên malbatên xwe re bicivin û çûn, hatinê nekin.
Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) hîşyarî da Amerîkîyan ku rewîtîyê nekin û neçin malên hevdu û ji pîrozbahîyên girseyî dûr bisekinin da ku belavbûna vîrusa korona kêm bibe.
Serokê Amerîka Donald Trump bi merasîmeke li Qesira Sipî Roja Spasdarî pîroz kir û wek tradîsyon canê du ciluxên bi navê Corn and Cob bexişandin.
Serokê hilbijartî Joe Biden jî di peyaman xwe ya Roja Spasdarîyê de banga yekbûnê li Amerîkîyan kir û ji wan xwast ku civakên xwe biparêzin.