Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştî Salekê Ji Pandemiyê Cejna Serxwebûnê Pîroz Dike


4ê Tîrmehê Roja Serxwebûna Amerîka
4ê Tîrmehê Roja Serxwebûna Amerîka

Amerîka îro Yekşemê "Roja Serxwebûnê" pîroz dike. 4'ê Tîrmehê salvegera 245an ya Ragihandina Serxebûna Amerîka ye, ji bin desthilata Brîtanî, ku sala 1776ê ew biyar standbû.

Lê îsal roja Serxwebûna cûdaye, piştî salekê ji girtin û rênimayên pandemîya vîrûsa korona, gelê Amerîkî 4ê Tîrmehê pîroz dikin.

Weke harsal, lîstikên agirîn nîşana zelal ya roja serxwebûnê 4-07 ye, bi taybet li meydanên niştîmanî li bajaran û bajarê New York û Washington D.C.

Li ciyên taybet yên xwarinê dîsan dê dûrartiya civakî jiber COVID-19 liber çavan bihê girtin, da ku xwe ji gefa vîrûsê biparêzin, jiber ku heta niha li Amerîka nêzî 600,00 kesan bi vîrûsa korona giyanê xwe ji dest dane.

Hefteya borî wezareta ewlekariya Navxweyî hişdarîya ewlekariyê dabû û gotbû divê agaihya wan ji çalakiyên grûpên rastgir û tundrê hebe û herwiha pêgiriyê bi xweparastina civakî ya jiber COVID-19 di ber çavan re derbaz bikin.

Hatiye plan kirin ku serok Joe Biden îro Yekşemê tevî 1000 kesan li Qesra Spî rêzê li roja 4ê Tîrmehê (4th od July) bigirin, karmendên Qesra Spî û malbatên leşkeran dê beşdar bibin.

Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’ê de, nûnerên 13 stanên-eyaletên Amerîkî bi fermî Ragihandina Serxwebûnê belav kirin û peywendîyên bi Brîtanyayê qut kirin.

Şerê serxwebûnê berî wê yekê bi salekê destpê kiribû û heta sala 1783 berdewam kir. Bi Peymana Parîsê, serwerîya Amerîka bi fermî hate nas kirin.

XS
SM
MD
LG