Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Kêsteyî: Çareserîya Pirsa Kurdî li Tirkîyê dê Karîgerîyeke Girîng ji Tevahîya Herêmê re Bike


Newroza Dîyarbekirê
Newroza Dîyarbekirê
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn, Rizgar Kêsteyî li ser Pêvajoya Îmrali û serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nêrînên xwe parve dike.

Birêz Kêsteyî dibêje, danûstandinên navbera dewleta Tirk û Kurdan anku PKK erênî ye û alîyên ku aştî û lihevhatinê dixwazin gelek ji yên dijber hêzdartir in.

Rizgar Kêsteyî îdîa dike ku çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkîyê, dê karîgerîyeke girîng li ser tevahîya herêmê û taybetî li ser Sûrîyê dike.

”Di kêşeya Sûrî de, li alîyekî Rûsya, Îran û rejîma Esed hene û li alîyê din jî Amerîka, Ewropa, Îsraîl û Tirkîye xwedîyê helwestekê hevbeş in. Her du alî jî hewil didin ku bandora xwe li ser vê arîşeyê bikin û bizavên çareserkirina pirsa Kurdî jî bi vê yekê girêdayî ye,” Kêsteyî dîyar dike.

Nivîskarê Kurd hêvî dike ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di dema nêzîk de çend gavên, wek berdana girtîyên doza KCKê, bavêjê ku nîşan bide ew aştîyeke rastîn dixwaze.

Rizgar Kêsteyî dide zanîn ku piştî ku Tirkîye bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re danûstandinan dike, hêsten gelê Kurdistana Başûr ya hember Enqerê guherîye û nermtir bûye.

"Eger hikûmeta Tirkîyê çend gavên berbiçav bavêjê, bawerîya gel pirtir bi Enqerê were û helwesta wan û gel bi çavekî erênîtir li Tirkîyê binere.", Kesteyî zêde dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG