Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Swîsreyê Yadaştnameya Girtinê ya Navdewletî Derbarê Refat el-Esad Radigihîne


Rifaat Al Assad
Rifaat Al Assad

Dadgeha Federalî ya Swîsreyê, Çarşemê ragihand ku wê , sala borî fermanek derbarê Refat el-Esad, mamê serokê Sûriyê Beşar el-Esed dabû ku ew bi tawanên cengê li Sûriyê di sala 1982an dihê tawanbar kirin dema ku wî çaxî alîkarê birayê xwe yê koç kirî, Hafiz el-Esad bû.

Dadgeha Tawanan ya Federalî piştî salekê biryar weşand dema ku ji Ofîsa Dadweriya Fedral xwest ku girtina navdewletî ya Esed ragihîne.

Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Federal daxwaz kirbû ku ev ferman veşartî bimîne, daku Refat el-Esad(85) salî hewila ned ku ji bo pûçkirina biryarê têbikoşe.

Serdozgeriya Giştî ya Federalî daxwaz ji Dadgeha Federalî kir ku di sala 2021an de vê biryara derbarê girtina Refat el-Esed ragihîne, lê Dadgehê ew daxwaz red kir, bi behaneya ku Esad ne hemwelatiyê Swîsra ye û li Swîsre najî û heta maleke wî li wî welatî ti neye.

Ofîsa Serdozgeriya Giştî tekezî li ser nebûna ti hemwelatiyên Swîsrî kir ku bûne qurbanên tawnakriya sala 1982an li bajarê Hemayê yê Sûriyê.
Lêbelê, Dadgeh weha dibîne ku heta eger Esad li hotêleke Swîsre bimîne bese ku dadweriya Swîsreyê biryara girtina derbarê tawanên şer li dij kesan derxe.
Di encam de dibe ku dadgeha Swîsre biryara girtinê ya navdewletî ji bo Esed derbixe, ku ew yadaşstnameya binçavkirinê beşeke ji alavên berdest bo lêpirsîna tawanên dij mirovahiyê.

Lê yadaştnameyên weha dibe ku tenê weke hobir li ser kaxezê bimîne, jiber ku refat El-Esad piştî 37 salên dûrwelatiyê sala 2021ê vegeriyaye welatê xwe Sûriyê.
Di 13ê Îlona 2013an rêxistina "Trail International" li dijî Rifat el-Esad gilîname dabû vekirin, bi sûcê ku tawanên cengê encam dane di dema serhildana Sibata sala 1982ê ya Îxwan Muslimîn li bajarê Hemayê. wî çaxî Refat el-Esed, fermandarê hêzên parastinê bû.

Ev yekîneya hêzên artêşa sûrî di wê demê de bi hejmarek tawan û binpêkirina tê tawanbar kirin, wê hêzê zordarî bikar anî bû heta ku bajarê Hema kontrol kirî
Çavkanî didin zanîn ku di wan bûyeran de di navbera 10,000 û 40,000 kes hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG