Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komekê Giredayî DAIŞê Berpirsîyarîya Êrîşa Misirê Radîgîhîne


Komeke bi giredaye Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Misirê roja Yekşemê berpirsiyariya êrîşa ku istasyoneke pompekirina avê li rojhilatê Qanala Suweyşê armanç kiribû, girt ser xwe. Hejayi gotineye ku bi kêmî ve 11 leşker di erise de hatin kuştin.

Li gorî artêşa Misirê, di êrîşa roja Şemiyê de herî kêm 5 leşkerên din birîndar bûn. Ev yek ji wan êrîşên herî kujer bû li ser hêzên ewlekariya Misrê di salên dawî de.

Bi hezaran kes roja Yekşemê beşdarî merasîmên cuda yên ji bo miriyan bûn.

Serok Ebdulfetah El-Sîsî, serokatîya civîneke Encumena Bilind a Hêzên Çekdar lidarxist bo gotubejkirina encamen erişê, ku tê de fermandarên payebilind yên artêşê hene. Ofîsê El-Sisî behtir agahi li ser we erîşe û civinê neda.

Grûpa tundre îdîaya xwe ya êrîşê di daxuyaniyekê de ji aliyê ajansa xwe ya nûçeyan Aamaq ve ragihand. Rastiya daxuyaniyê nehate piştrast kirin lê ew li ser Telegramê hate weşandin wekî ku berê îdîayên bi heman rengî hebûn.

Êrîş li bajarokê Qantara yê parêzgeha Îsmaîliyeyê ku ji Qanala Sûweyşê ber bi rojhilat ve dirêj dibe, pêk hat.

Milîtanan êrîşî leşkerên li xaleke kontrolê ya ku tesîsa pompê diparêzin kirin, paşê ji cihê bûyerê reviyan. Artêşê got ku leşker li deverek veqetandî ya bakurê Nîvgirava Sînayê li dû êrîşkaran digerin.

Misir şerê serhildaneke bi pêşengiya Dewleta Îslamî li Sînayê dike, piştî ku artêşa Misire, serokekî hilbijartî lê ku ideolojiya Îslami dişopine û tundre bu di sala 2013an de ji desthilate rakir. Milîtanan Islami ji we demê vir ve gelek êrîş pêk anîne, bi piranî hêzên ewlekarî û Xirîstiyanan kirine armanc.

Êrîşên mîlîtanan, ji Sibata 2018an vir ve li Sinayê û deverên din kêm bûye, dema ku artêşa Misirê dest bi operasyoneke berfereh li Sînayê û herwiha beşên Deltaya Nîlê û li ser sînorê rojavayî yê welat bi Lîbyayê re kir.

XS
SM
MD
LG