Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Dibêje Ew ji Gotûbêjên Navokî Venakişin


Serokê Îranê Ebrahîm Reîsî
Serokê Îranê Ebrahîm Reîsî

Serokê Îranê Ebrahîm Reîsî îro Pêncşemê got ku welatê wî ji dû berjewendîyên xwe venagere, rojekê piştî ku hemû alîyan nûvedestpêkirina gotûbêjên navokî navbera Tehran û hêzên cîhanê ragihand.

Washington got ku ew hêvî dike ku ev gotûbêj bibin sedem ku Îran bi bawerîyeke baş vejandina rêkeftina navokî ya sala 2015'an gotûbêj bike.

Li alîyekî din, gotûbêjkarê navokî yê Îranê Alî Baqerî eşkere kir ku ewê ev gotûbêj rakirina toleyên dijî Îranî jî di nav xwe de bigirin.

Biryar e ku Îran û welatên mezin yên cîhanê 29'ê vê mehê careke din destpê bikin.

Gotûbêjên ku Nîsanê destpê kiribû, ji Hezîranê ve piştî hilbijartina melayê tundrê Reîsî hatine rawestandin.

Reîsî, ku ew bixwe jî di bin toleyên Amerîkî de ye jiber îdîayên binpêkirinên mafên mirov dema ku ew dadwer bû, daxwaz dike ku hemû toleyên Amerîkî werin rakirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ser zarê Reîsî got ku "gotûbêjên em didin ber çavan ewên ku encamên wan hene.

Em ji gotûbêjan venakişin, lê em herwisa ji dû berjewendîyên welatê xwe jî bi ti awayî venagerin."

XS
SM
MD
LG