Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşan: Albûma Min 'Hinar' Êş û Hêvîyan Di Nav Xwe De Dihewîne


Stiranbêj Rewşan
Stiranbêj Rewşan

Hunermenda Kurd Rewşan, roja Înê bi navê "Hinar" albûma xwe ya nû pêşkêşî hezkirîyên xwe kir.

Albûma Rewşanê ya ku ji 9 stiranan pêk tê û bi tevahî gotinên wê bi xwe nivîsîye, piraniya muzkê jî aîdê we ye.

Hunermend Rewşan bi van stiranan guhdaran dibe rêwîtîyeke kur di nav mijarên gerdûnî yên wekî evîn, hêvî, êş, bêçarî û xwebûnê bi awayekî nazîk radixe ber çavan.

Hunermend Rewşan li ser vê albûma nû hestê xwe ji Dengê Amerîka re wiha ragihand:

“Heta niha min gelek albûm derxistin û ji wan her yek ji bo min bê hempane, lê albûma "Hinar" dikarim bêjim ku li ser hest û vêna min cîyekî gelek taybet çêkir. Ez bawerim wê li ser guhdarên min jî himan bandorî pêk bîne.”

Di vê albûma Rewşan de, behsa gelek hest, reng, nasname, bajar û rolên girîng tê kirin û ew di nav xeta gerdûnî û netewî de stranên xwe kêl bi kêl dihone. Rewşan vê yekê wek kombûna libên hinarê wiha dîyar dike:

“Mîna libên hinareke jixweber; bi pirbûna xwe re dibin yek. Qonaxa amadekirina albûmê, nivîsandina stranan, amadekirina besteyan; dikarim bêjim di demên cuda yên jiyana min de pêk tên.”

Dema hunermend biryar dide ku van berheman weke albûmeke beste derxîne; aranjêkirina stranan, studyo û mix-mastering li Stenbolê nêzîkî 2 salan ser kar dike.

Aranjeya albûmê, virtûoz, bikaranîna zimanê muzîkê ahengeke heybet derdixe holê û gîtar û dehol jî di nava dilê stranan de cîyekî girîng digre û zimanê mûzîkê bi rengê hunermend Rewşen di nû de zindî dike.

"Hinar" wek bêhneke nû di 18’ê Cotmehê şeva Înê li ser hemû platformên dijîtal gîhîşt hezkerîyên wê. Hunermend Rewşen van stranê xwe jî wê di 15’ê Mijdarê roja Înê li Valkswagen Arenayê bi performaneke zindî bigîhîjîne guhdarvanên xwe.

Rewşan Kî Ye?

Rewşan li herêma Kurdan li bajarê Tetwanê ji dayik bûye. Ew hunermendeke li Stenbolê dijî, kemanjen, bestekar û berhevkar e.

Di demên borî da li nav gelek proje û xebatên muzikî de cih girtîye.

Rewşan di sala 2018’an bi albûma “Ax Lê Wesê” dest bi karîyera xwe ya solo kir. Salên li dû, bi stranên nû û bi berhevkariya stranên kevin li nav cîhana muzîkê da ciheke giring girt.

Di sala 2020 de bi albûma xwe ya Tov, li nav lîsteyên muzika world ya cîhanê da hate ecibandin. Di sala 2023’yan de Rewşan li Festîvala Eldfestenê ku ji aliyê National Touring Theatre hatibû sazkirin, performanseke bi navê “"Call For Freedom" pêk anî.

Di heman salî de turneya xwe ya yekemîn a Ewropayê li bajarên Rotterdam, Bern, Köln, Essen ve Frankfurtê bi awayeke serkeftî pêk anî. Rewşan, bi xebatên xwe yê muzîkal pireke din di navbera çanda Kurdî û muzika hemdem da ava dike.

Stiranbêj Rewşan Û Albuma Nû.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:26 0:00
XS
SM
MD
LG