Reutersê ragihand ku li Nangarhar ya li rojhilata Afganistanê bi kêmî ve 30 sîvîl di êrîşên esmanî de hatine kuştin.
Karbidestên Afgan ji Reutersê re dîyar kirin li herêma Vezirtengî a Açin ya Nangarhar gava karker li nav daran dixebitîne firokên Amerîka êrîş li dar xistine.
Jêderên herêmî didin zanîn k 150 karker di nav daran de dixebitîne û 40 ji wan birîndar in û hin ji wan wenda ne.
Wezareta Berevanî ya Afganistanê û berpirsên Amerîkî êrîş piştrast kirin lê derbarê kuştina sîvîlan ti agahî nedan.
Hêjayî bîrxistinê ye 14,000 leşkerên Amerîkî li Afganistanê ne û danûstandinên aştîyê yên di navbera Washington û Tehranê de hefteya borî bi dawî bûbûn.