Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Qaçaxçîtîya Nefta Herêma Kurdistanê bo Îran û Tirkîyê Geş Bûye


Ajansa nûçeyan ya Reuters di raporteke xwe de dibêje ku rojane bi sedan tankerên petrolê ji Herêma Kurdistana Îraqê derbazî Îran û Tirkîyê dibin.

Reuters di raporta xwe de, ku roja Pêncşemê belav bû, dibêje ku dîtina van tankeran ser rêkên Herêma Kurdistana nîşana bazirganîyeke nefermî ye ku di dema dawî de geş bûye piştî ku sala borî borîya derfirotina fermî hate girtin.

Ajansa Reuters dibêje wê raporta xwe li ser bingeha bêtirî 20 kesan amade kiriye, tê de hevpeyvîn ligel endazyarên neftê yên Kurd û Îraqî, Bazirgan, karbidestên hikûmetê, siyasetvan û jêderên diplomatîk kiriye.

Ev jêder dibêjin ku rojane zêdetirî 1,000 tanker bi kêmî 200 hezar bermîlên nefta erzan dibin Îranê, û bi rêjeyeke kêmtir bo Tirkîyê. Li gor Reuters, ev bazirganî her mehê dora 200 milyon dolaran peyda dike.

Reuters dibêje karbidestên Îran û Tirkîyê bersiva pirsên wê li ser vê mijarê nedane.

Asim Cîhad, berdevê wezareta neftê ya Îraqê got ku ev bazirganîya li Herêma Kurdistanê dibe ji alîyê hikûmeta navendî ve nehatîye erêkirin. Wî got tenê kompanîya fermî ya welêt SOMO dikare petrola Îraqê bifiroşe derve.

Cîhad herwiha da zanîn ku ti daneyên durist li cem hikûmetê tune ye ka çiqas neft bi qaçaxçîtî tê şandin Îran û Tirkîyê. Karbidestên Îraqî jî dibêjin ku ev şandina nefermî ku nayê raportkirin dibe yek ji wan sedeman ku Îraq nikare pabendîyê bi kêmkirina hilbirîna neftê bike ku îsal ligel OPEC li ser lihev kiribû.

Jim Krane, ji Zanîngeha Rice li Houston, dibêje ku “niha OPEC kêmtirîn asta lêborînê jibo qaçaxçîtîyê heye û heta bi wê yekê hatiye naskirin ku gavên cezakirinê davêje hember endamên ku wê yekê dikin. Ez bi guman in ku emê ti gavên cezakirinê dijî Bexdayê bibînin, jiber ku baş tê zanîn ku herêma Kurdî ji derveyî kontrola navendî ye.”

Dibe ku ev bazirganî Herêma Kurdistanê hember hevalbenda wê ya nêzîk Washington rûbirû bike. Amerîka wê yekê dinirxîne gelo ev bazirganî toleyên aborî yên Amerîkî dijî Îranî binpê dike yan ne, li gor karbidestekî Amerîkî.

Heta sala borî jî, Herêma Kurdistanê piranîya nefta xwe ya xav bi rîya Borîya Îraq û Tirkîyê ya fermî derdixist ji derve. Ew borî ji bajarê Kerkûkê ve diçe bêndera Ceyhan li Tirkîyê.

Lê di Adara 2023an de ew derfirotinên dora 450 hezar bermîlên rojane hatin rawestandin, piştî ku dadgeheke navnetewî biryar dabû ku daxwazeke hikûmeta Îraqê qebûl bike. Îraqê daxwaz kiribû ku şandina neftê bi wê rêkê were rawestandin.

Hikûmeta federal, ku ji mêj ve dibêje tenê ew dikare nefta Îraqî bifiroşe, bi awayekî serkeftî di dozê de got ku Tirkîyê derfirotina neftê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê saz kiribû bêyî erêkirina Bexdayê. Ev jî binpêkirina peymaneke sala 1973’an di navbera herdu welatan de ye.

Hinek karbidestên xwecihî dibêjin dahatên neftê di tomarên Hikûmeta Herêmê de wekî çavkanî nayên danîn.

"Şopa dahatên neftê tune ye," Elî Heme Salih, endamê parlemana Kurdistanê got. Salih heta 2023’an dema ku parleman hate hilweşandin, serokê komîteya neftê bû.

Lê Hîwa Mihemed, berpirsê payebilind yê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), dibêje ku petrol bi agahdarîya hikûmeta Herêmê û ya federal bi rîya derîyên sînorî tê derxistin.

Karbidestên xezîneyê li Herêma Kurdistanê bersiva daxwazeke Reuters bo şîrovekirinê neda. Wezareta Çavkanîyên Xwezayî jî, ku çavdêrîya bazirganîya neftê li Herêma Kurdistanê dike, berdevk nîne.

Karbidestekî Amerîkî jî got ku Washington vê bazirganîya neftê ligel Îranê dinirxîne da ku bizane ew toleyên dijî Tehranê binpê dike yan ne. Wezareta Xezîneya Amerîka nexwest şîroveyan ser vê mijarê bide.

Lê karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîka got: “Toleyên Amerîkî ser Îranê di cihê xwe de dimînin, û em bi berdewamî ligel hevparên xwe derbarê pirsgirêkên cîhbicîhkirina toleyan gotûbêjan dikin, lê em hûrgilîyên wan gotûbêjan eşkere nakin.”

Karbidestekî payebilind yê Wezareta Çavkanîyên Xwezayî li Herêma Kurdistanê got ku berhemdana neftê li Herêmê rojane di asta 375 hezar bermîlan de ye, ku jê 200 hezar tên şandin Îran û Tirkîyê, û yê mayî jî li Herêma Kurdistanê tê parzûnkirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG