Xebatkarên saxlemî yên Filîstînê îro Înê ragihand ku êrîşên artêşa Îsraîlê roja Sêşemê herî kêm 14 Filîstînî li seranserî Kerta Gazayê kuştin, ku piranîya wan li bajarokê Beyt Lahîya ya li bakur in.
Xebatkarên saxlemîyê dîyar kir ku 8 kes di êrîşan de li Beyt Lahîyê hatin kuştin û 4 kesên din jî li cîhên din yên bajarê Gaza hatin kuştin.
Doktoran got ku êrîşeke esmanî ya Îsraîlê piştre li Cebalîya, ku kampên herî mezin yên penaberan li Gaza hene, 2 kes kuştin û hinekên din jî birîndar kirin.
Artêşa Îsraîlê ji meha Cotmehê vir ve li Cebelîya û her wiha li bajarokên Beyt Lahîya û Beyt Hanûnê operasyonê dimeşîne û li gor ragihandina wê li wna deran bi sedên çekdar kuştine.
Bi alîyekî din ve, Hamas û Cîhada Îslamî ragihand ku şervanên wan di di kemînan de çend leşkerên Îsraîlî kuştine.
Filîstînîyan artêşa Îsraîlî tawanbar dikin ku hewil dide bi valakirin û bombaranan gel ji bakurê Gazayê derxîne ku herêmeke tampon ava bike. Artêşa Îsraîlê vê yekê red dike û dibêje ku ew vegerî wir ku rê nede şervanên Hamasê ku xwe jinûve bicivînin.
Rêvebirîya Xizmetên Awarte ya Sivîl ya Filîstînê ragihand ku xebatên wê yên li Cebalîya, Beyt Lahîya û Beyt Hanûnê jiber êrîşên Îsraîlê yên ser tîmên wan û jiber kêmbûna şewitê nêzî 4 hefte ne sekinîne.
Rêvebirîya Xizmetên Awarte ya Sivîl îro got ku 13 ji 27 maşîneyên li nav û başûrê Kerta Gaza jî jiber kêmbûna benzînê nema dixebitin.
Rêvebirîya Xizmetên Awarte ya Sivîl da zanîn ku ji destpêka şer û vir ve 88 endamên wê ji alîyê Îsraîlê ve hatine kuştin, 304 kes birîndar bûne û 21 kes jî hatine binçav kirin.
Jêder: Reuters