Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: 45 ji Sedê Reqa Hat Rizgar Kirin


Hêzên Sûrîya Domokratîk (HSD) ragihand ku 45 ji sedê Reqa ji destê çekdarên DAIŞ'ê hatîye rizgar kirin.

Berdevka HSD'ê Cîhan Şêx Ehmed dîyar kir ku operasyona rizgarkirina Reqa 47 roj in bênavber didome û hêzên wan heta niha 8 taxên Reqa ji DAIŞ'ê sitandine.

Cîhan Şêx Ehmed da zanîn ku niha şerên giran li 6 tax didomin û ji wan Hişam Abdulmelîkê li başûr û El-Barîd ya li bakurê rojavayê Reqa jî li ber rizgarkirinê ne.

Hefteya borî, Nûnerê Taybet yê Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê Brett McGurk gotibû ku 30 ji sedê Reqa hatîye rizgar kirin û HSD ji her çar alîyên bajêr pêşde diçe.

DAIŞ'ê di 2014'an de kontrola Reqa bi dest xistibû û ew bajar wek paytaxta xwe ragihandibû.

HSD, bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di 6'ê Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kir.

XS
SM
MD
LG