Li bajarokê Erciş ya Wanê jina bi navê Refîka Elalmiş, di 4'ê Berfanbarê de rastî tundîya hevjinê xwe Erhan Elalmiş hat û bi giranî birandar bû.
Elalmiş ku 13 roj di bin çavdêrîya doktoran de mabû, îro ji nexweşxanê hat derxistin.
Hat ragihandin ku dema ew bûbû armanca tundîyî, ducanî bû û jiber ve yekê zarokê wê yê çar mehî mirîye.
Elalmiş dibêje ku ku ew 5 sal in ku zewîcîye û du zarokên wê hene û ew tim rastî tundîya hevjinê xwe dihat.
Bizavkara mafên jinan Songul Ozunver bal kişand tundîya dijî jinan û got ku ew bûyer ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawî ye.
“Mixabin bûyeren wiha zêdetir dibin û hember ve yekê çi gaven pêşgirtî nayên avêtin. Me serlêdana Refîka kir û wê ji me re got ku rewşa we ne baş e. Emê her tim şopdarê doza Refîkaye bin û çi ji deste me werê, bikin."