Di Mediya Civakî ya kurdan de, pirsa rêferanduma Herêma Kurdistana Îraqê ketiye di rojevê de, danûstendinên gerim derheqa encamdan yan gîrokirina vê referandumê tên encamdan.
Hind çavdêrên siyasî û analîst dibêjin di sedsaliya peymana Saykis-Piko de, nexşeya herêmê divê cardin bihê guhertin, jiber ku Daişê li herêmê hûrmeta sînoran ne hiştiye, çekdarên wan di ser sînorên Sûriyê û Îraqê de tên û diçin, gelek herêmên herdû welatan dagîr kirine, Kurd jî weke hêzeke çalak di şerê li dij Daişê de hatine naskirin û gelek qurbanî dane.
weke ew çavdêr dibêjin, divê hêzên navnetewî piştevnaiya kurdan bikin û ew sînorên di sala 1916an de, ango 100 salan beriya niha li gur peymana Saykis-Piko hatbûn danînin, pêwîste jinûve bihên serastkirin, nexşeyek nû ya herêmê bê danîn.
Liser vê mijarê pişka kurdî ya Dengê Amerîka pirsên xwe arastey Dr. Hewar Nêrweyî, mamostayê zanistên peywendiyên navnetewî li Zanîngeha Duhokê kirin.
Birêz Nêrweyî da zanîn ku, pirsa pêkanîna Rêfernadumê li Herêma Kurdistanê pêdivî bi xorkirina du mekanîzman heye, mekanîzma siyasî û yasayî, divê berpirsên kurdan di warê diplomasî de, xwe xort bikin, herweha bingehên Yasayî di destura Îraqê de çareser bikin.
Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.