Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi Tundî Bersîva Îdiayên Rejîma Sûrî Da


Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bersîva gotinên cîgirê wezîrê derva yê rejîma Sûrî Beşar Caferî da, ku di rûniştineke Civata Ewlekarîyê de gotibû ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) zarokên malbatên DAIŞ'ê perwerde dike û dixe nav refên xwe.

Loqman Ehmê, berdevkê Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji Dengê Amerîka re got ku ti bingeh ji gotinên Caferî re tunene û ew gotin dûrî rastîyê ne.

Loqman Ehmê
Loqman Ehmê

“Hemû malbatên endamên DAIŞ'ê li kampa Holê dimînin. Ji bilî yên radestî dewletên wan hatine kirin, ti kes ji wan ji kampê nehatine derxistin,” Ehmê got.

Wî da zanîn ku malbatên endamên DAIŞ'ê li kampa Holê hatine bi cîh kirin û ew kamp ji alîyê Rêvebirîya Xweser ve tê birêvebirin û ti desthilatdarîya rejîma Sûrî li ser kampê tuneye.

“Êdî bawerî bi rejîma Sûrî nemaye jiber ku ew bi tenê dixwaze alozîya Sûrî têxe sitûyê alîyên xeyînî xwe,” Ehmê bi berdewamî got.

Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jibo parastina zarokên ku tev li hêzên leşkerî dibin, navendeke taybet ava kiribû ku plana kar ya HSD'ê ku bi Netewên Yekbûyî re îmza kiribû, pêk bîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji 20 meha Cotmeha derbas bûyî de barêgeha parastina zarokan 20% ji zarokên tevlî refên HSD'ê bûyî ji nav HSD'ê dûrxistin.

RK_02_03_202_RX_Ceferî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG