Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Avahîyeke Hikûmetê li Ramadî Dixe Bin Kontrola Xwe


Jiber êrîşên DAIŞ rûniştvanên Ramadî ji malên xwe direvin (Arşîv)
Jiber êrîşên DAIŞ rûniştvanên Ramadî ji malên xwe direvin (Arşîv)

Karbidestekî Îraqî ji AP re dibêje ku mîlîtanên DAIŞ, piştî pevçûnên dijwar bi hêzên Îraqê, avahîya serekî li bajarê Ramadî ya Anbar, ku piranîya ofîsên hikûmetê li wê derê ne, xist bin kontrola xwe.

Bajarvanê Ramadi Dalaf al-Kubaisi got, mîlîtanan ala xwe ya reş li ser herêmê bilind kir, piştî ku hêzên ewlehîyê neçar man ku ji deverê vekêşin.

Wî got, endamên DAIŞ niha êrîş tînin ser Navenda Fermandarîya Anbar ku qumandarîya serekî ya hemî Anbar li wê derê ye.

Êrîşa ser navenda leşkerî li Ramadî, bi sê peqînên xwekujî yên hemdem destpê kir ku 10 polîs tê de hatin kuştin, jimareke polîsên din jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, Ramadî yek jî qadên herî gur ya şerê navbera hêzên Îraqê û DAIŞ e û hêzên Amerîkî jî li deverê, di pevçûnan de cîh digirin.

XS
SM
MD
LG