Rêxistina Navnetewî ya Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) doh roja duşemê 11î Tîrmehê raportek liser binpêkirina mafên mirov li Tirkiyê weşand.
Rapor behsa kuştin, wêrankarî û koçberiya bi zurî û qedexeya derketinê li herêmên kurdan dike, di raportê de hatiye ku zêdetirî 355 hezar kes koçber bûne, bê mal, bê war mane, herweha zêdetirî 388 kesên sivîl hatine kuştin û 150 kes di jêrzemînên sê avahiyên de hatine kuştin û şewitandin.
Dengê Amerîka pişka Kurdî liser weşana rapora rêxistina navnetewî ya çavdêriya mafên mirov (HRW) hevpeyînek li gel birêz Racî Bîlîcî Cîgirê Serokê IHD ê li Tirkiyê û Seroka Komela mafên Mirov ya Amedê encam da.
Birêz Bîlîcî da zanîn ku pirsên û binpêkirinên di raoprê de hene, beşekein, ji wan hemû binpêkirinên mafên mirov yên ku dewleta tirk li dij kurdan û herêmên wan pêktîne.
Bîlîcî herweha derheqa pirsa çima tirkiye ji herkesî re destê dialog û aştiyê dirêj dike, lê hewil nade aştiya navxweyî pêk bîne û dialogê bide destpêkirin?
Mafnas Racî Bîlîcî da zanîn ku, hikumeta niha ya tirkiyê, ya herî giring di nava xwe û kurdan de, di nava xwe û Elewiyan de û di nava xwe yên cuda de dialogê bide destpêkirin, lê dema ku ew jibo nava tirkiyê kuştin û wêrankariyê bike û li gel welatên derve behsa demokrasî, hiquq û mafên mirovan bike kesek pê bawer nake.