Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Mafên Mirovan yê NY Êrîşa Bexda Şermezar Dike û Dixwaze Îraq Sîvîlên Sunnî Biparêze


Berpirsê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad al-Hussein
Berpirsê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad al-Hussein

Berpirsê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad al-Hussein êrîşa bombeyî ya li Bexda şermezar kir û xemgînîya xwe li ser mirina mirovên bêguneh ragihand. Hussein êrîşa DAIŞê wek qirkirineke hovane bi nav kir.

Lê, piştî raportên ku dibêjin hêzên Şîa yên ser bi hikûmetê êrîşên xwe yên ser sîvîlên Sunnî pirtir kirine, Hussein bang li hikûmeta Îraqê kir.

Wî ji hikûmetê xwest ku desthilata xwe li ser mîlîsên Şîa tund bike ku nehêle ew li hember sîvîlên Sunnî kiryarên tolhildanî bi cîh bînin.

Zeid daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku 600 genc û mêrên ji Felucê azad bike, ku di dema azadkirina wî bajarî de, ji alîyê hêzên Şîa ve hatibûn desteser kirin.

Berdevkê Raad al-Hussein, Rupert Colville da zanîn ku çekdarên Kataib Hezbollah kesên genc û zilam ji jin û zarokan cihê kirin û ew birin kampeke hikûmetê û reftarên xirab hîn di wê demê de destpê kirine.

XS
SM
MD
LG