Li bakurê Helebê li herêma Şehba pevçûnûên nav hêzên Kurdî û alîgirên wê li dijî DAIŞ û hin grubên çekdar yên bi piştgirîya Tirkîyê li bajarokê Umhoş û Herbil berdewam dibin.
Rêzan Hido, endamê Encûmena Sûriya Demokartîk rewşa wê deverê zelal dike û agahiyên li ser wan pevçûnan dide.
Hido dibêje ku DAIŞ li deverê têk çûye û nema dikare xwe li pêş hêzên Kurdî bigere.
"DAIŞ bi awayakî balkêş gund û deverên di jêrî destê xwe, bê tu şer radestî Artêşa Azad û grubên çekdar dike ku ew bi wateya demografiya herêmê biguherîn in."
Hido bang li hêzên navnetewî dike ku di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya Kurdan bikin.