Asayîşa herêma Cizîrê ya Rojava di demên cûda de, li sê bajaran 27 mamosteyên ku rêbaza xwendinê ya rejîma Sûrî didin şagirtan hatin girtin.
Heya niha 25 mamoste li her sê bajaran hatin berdan, lê 2 mamoste li Girkêlegê hîn girtî ne.
Mamostayekî li Girkêlegê ji Dengê Amerîka re got ku tawana girtina wan dayîna rêbaza rejîmê ye. “Biryar di 2016’an de li cem wan der ketiye ku nabe rêbaza rejîmê ne li dibistanan, ne jî perwerdeyên taybet li malan were dayîn.”
Heman mamosta piştrast kir ku kesên ku hatine berdan belgeyek îmza kiriye ku ewê nema bi rengekî veşartî rêbaza xwendinê ya rejîma Sûrî bidin.
Heta niha zelal nebûye ku çima 2 mamostayên girtî jî wek yên din nehatine berdan, lê hin kes dibêjin ku di heman demê de karmendên Rêvebirîya Xweser bûn.
Hîn çavdêr bawer dikin ku pirsa perwerdeyê bûye mijareke sîyasî û partîyên muxalefeta Rêvebirîya Xweser vê yekê bikar tînin.
ENKS ku doza vegerandina rêbaza xwendinê ya rejîmê dike, pirtir ji carekê daxwaza berdana mamosteyên binçavkirî kiribû.
Rêvebirîya Xweser bi pêgirî bergirîya rêbaza xwendina bi zimanê Kurdî dike û dibêje ku li herêmên bi temamî bin kontrola wê li dervayê perwerdeya bi zimanê dayîkê qedexe ye.
Hevseroka Desteya Perwerdê li herêma Cizîrê Rohat Xelîl ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew ne li dijî dayîna kursên pergala xwendinê ne.
"Di sala 2016’an de biryar hatibû girtin ku navendên taybet yên perwerdê divê qoçana xwe ji Desteya Perwerdê bibin.Bêgûman çi kesê ku neyê destûra xwe nebe, tê wateya ku ew jê alîyê qanûnî de ne rewa kar dike loma ew cîh têne girtin û mamoste jî dikevin bin lêpirsînê.”