Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qibris û Yunanistan Dibêjin Tirkîye li Rojhilata Derya Sipî Girjîyê Bilind Dike


Wezîrê Derve yê Yunanî Nikos Dendias (çep) û Wezîrê Derve yê berê yê Qibrisê Nikos Christodoulides li Nicosia, Tebax 18, 2020.
Wezîrê Derve yê Yunanî Nikos Dendias (çep) û Wezîrê Derve yê berê yê Qibrisê Nikos Christodoulides li Nicosia, Tebax 18, 2020.

Wezîrê Derve yê Qibrisê Ioannis Kasoulides û yê Yunanî Nikos Dendiasî ro Pencşemê ser alozîya bi Tirkîyê ya ser mafên serwerîya çavkanîyên li qadên Derya Sipî hevdîtinek kir.

Kasoulides û Dendias, di preskonferansa piştî hevdîtinê de got ku wan hin tedbîr û gavên girîng gotûbêj kirin, bi hêvîya ku rê li ber alozîyan li herêmê bigirin.

Kasoulides dîyar kir ku Qibris û Yunanistan plan dikin ku bi endamên din yên Yekîtîya Ewrupa (YE) re bişêwirin, ger Tirkîye dîsa hewl bide ku petrol û gaza di nav avên Qibrisê de derxîn.

Tirkîye di demên dawî de îdia dike ku di wê herêmê de mafê wê ya aborî heye.

Kasoulides got ku Lefkoşe wê bi hevkarên xwe yên YE re, biryara herî çêtir bide ku çawa bersîvdana Tirjîyê bide.

"Karbidestên Qibrisî bawer dikin ku pirtir ji şeş heremên potansîyel hene ku keştîya sondajê ya Tirkîyê dibe ku li wan hereman dest bi xebatê bike û dibe ku ew hemî ne li hindûrê herema bin serwerîya Qibrisê de bin."

Kasoulides û Dendias herwiha mijarên wek helwesta dijî dagirkirina Tirkîyê ya Qibrisê û dagirkirina Rûsya ya Ukrayna gotûbêj kirin.

Wezîrê Yunanî Dendias dîyar kir ku berîya 48 salan civaka navnetewî bi awayê pêdivî bersîvdana dagirkirina Qibrisê neda.

"Divê em gîş bînin bîra xwe ku dagirkirina Ukrayna ne bûyera yekê ya dagirkirina li Ewrupa ye," Dendias got.

Wezîrê Enerjîyê yê Tirkîyê Fatih Donmez di destpêka vê hefteyê de gotibû ku keştîya herî nû ya sondajê ya welatî wî wê di 9’ê Tebaxê de bo xebatên sondajê herr Derya Sipî.

Lê, wî cîhê ku wê keştîya Tirk were şandin bi zelalî eşkere nekir.

Wezîrê Qibrisî Kasoulides ji rojnamevanan re got ku ew li bendê bûn ku Tirkîyê gaveke wiha bavêje.

Kasoulides daxuyanîya Enqerê wek gaveke neyênî û provokatîf bi nav kir û got ku ew dengê xwe di astekeke kêm de dihêlin.

Tirkîye, Qibrisê wek dewleteke serbixwe nas nake û piranîya herêma aborî ya girava Qibrisê, ku bi etnîkî parçebûyî, wek ya xwe bi nav dike.

XS
SM
MD
LG