Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Protestoyên Dijî Qayuman De Heta Niha 37 Kes li Tirkîyê Hatine Girtin


Komela Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê danîna qayumên li şaredarîyên Esenyurt, Batman, Mêrdîn û Xelfetî raporteke berfireh weşand.

Di raportê de tê gotin ku li Batmanê (Êlihê) 250 kes hatine binçav kirin ku 70 ji wan zarok in û di nava 25 kesên girtî de 10 zarok hene. Li Mêrdînê 15 kes hatine binçav kirin 2 kes hatine girtin, li Xelfetî 16 kes hatine binçav kirin 10 kes hatine girtin.

Di raportê de hate ragihandin ku li gorî daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya 10’ê Mijdarê, li tevahîya Tirkîyê di çalakîyên qayuman de 253 kes hatine binçavkirin. Lê di raporta ÎHD’e ev hejmar 281 tê dîyar kirin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Halîl Îbrahîm ev raport ji Dengê Amerîkayê re nîrxand.

“Li Batmanê mudaxeleyên cidî li kesên ku ji bo protestokirina qayuman kom bûn hat kirin. Hima hima nîvên hatine binçavkirin zarok in. Herwiha hemwelatîyekî astendar hate girtin û kuçik berdan ser astengdarekê û ew di gelek cîyên xwe de birîndar bû. Ev êrîşên hatine kirin pêkan nîne ku were pejirandin û em bi tundî şermezarî dikin.”

Di raporê de tê gotin ku danîna qayuman biryarên sîyasî ne û derbarê şaredarên ku li kar hatine dûrxistin, biryara dawî ya sîstema dadwerîyê tuneye.

Raport dîyar dike ku derdora şaredarîyên ku ketine bin kontrola qayuman de barîyerên hesinî hatine danîn û wesayîtên zirxîn li dora wan cîh digirin, lê destûr nayên dayîn ku xebatkarên şaredarîyan têkevin nava avahîyan.

Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê ya DEM Partî Sevda Çelîk Ozbîngol dibêje ku bi danîna qayuman mafê gel yê hilbijartinê hatiye şikandin.

“Bi danîna qayuman destwerdaneke cidî ya neheq li mafê hihbijartinan hatiye kirin. Gelê Batman, Mêrdîn û Xelfetî ev yek protesto kir, lê dijî gel êrîşên tund hate kirin. Ev yek jî mafê demokratîk û mafê makezagonî binpê kir. Em wek DEM Partî heta dawîyê dijî van neheqîyan derkevîn, heta ku demokrasî serketî be emê hewildanên xwe bidomînin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di raportê de tê gotin ku danîna qayuman û binçavkirin û girtina kesan li Tirkîyê fikarê mezin pêk anîye û zirareke mezin daye demokrasî û mafê hiqûqê.

ED_11_22_2024_Raporta_Qayuman
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
XS
SM
MD
LG