Hêzên Ked û Demokrasîyê yên Enqerê li Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurt li dijî danîna qayuman çalakîyek girseyî pêk anîn. Heman çalakî li herêmên Kurdan û hin bajarên din ên Tirkîyê jî hatin lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban beşdarî vê çalakîyê bû û tayînkirina qayuman ji Dengê Amerîka re nirxand. Kuçukbalaban ev gav wek dijî mafên mirovan dîyar kir.
“Di sala 2016’an ve bi taybetî li parêzgehên Kurdistanê sîyaseteke qayuman li ser şaredarîyên Kurdan pêk hat. Ku ev sê car in li ser hev jî berdewam dike. Hikûmeta AKP’ê cihê ku qayum tayînkirine, 3 car in nikare li wan deran serkeftî bibe û şaredarîya bigre. Ev tiştê ku tên kirin dijî mafên mirovan e. Rêya rast ew e ku pirsgirêka Kurd di nav xeta demokrasîyê de were çareserkirin. Heke pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û dawî li tayînkirina qayuma neyê otorîterîzm wê li her derê Tirkîyê belav bibe.”
Heta niha gelek caran li ser şaredarîyên Kurdan qayum dihat danîn, lê ji bilî Kurdan ti kesî bertêk nîşan nedidan. Vê carê opozîsyona Tirkîyê di serî de ji alîyên hêzên girseyî ve bertekên mezin bûn.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozer do çû Mêrdînê û serdana Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk kir, ku li şûna wî qayum hate tayînkirin, û piştgirîya xwe ragihand. Îro jî di grupa CHP’ê de dijî tayînkirinan derket û ragihand ku di vî warî de wê bertêkên wan berdewam bikin.
Li hemberî danîna qayuman Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bertek nîşan dan. Jiber vê jî civîna grupa xwe îro li bajarê Mêrdînê çêkir, ne li meclîsê. Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogulları li vê derê axivîn û bersîva Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî da. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
“Birêz Bahçelî, me destê te girt lê şîrikê te bi tayînkirina qayuman jêkir avêt. Lê bila her kes bizanibe ku gelê Mêrdînê wê ev qayuman paşta bikşîne.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partî hiqûqzan Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîka re ragihand ku desthilatî bi tayînkirina van qayuman hiqûqê dikuje.
“Tayînkikirina van qayuman neqanûnî ye. Bi tevah li dijî xala 127’an ya Qanûna Bingehîn e. Hevpeymanîya Gel bi awayekî keyfî desthilatdarîya Tirkîyê didomîne. Ew kesên din wek ya xwe mafdar nabînin û bi sûcdarkirina mirovan didomînin. Ev kirinên desthilatîyê xizmeta rewşa dawî nake. Rêya vê jî guhertina qanûnê ye û ji holê rakirina qayuman e.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku Serokê Şaredarîya Stenbolê û Serokê Yekîtîya Şaredarên Tirkîyê Ekrem Îmaoglu jî îro li Enqerê li gel serokên şaredarîyan civîneke taybet çêkir û dijî tayînkirina qayuman derket. Îmamoglu serdana partîyên sîyasî jî kir û bi serokên partîyan re cîvîya û ji wan xwest ku bila dijî destdanîna qayuman derkevin.