Navenda Giştî ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyanîyeke nivîskî bertêk li dijî danîna qayuman li ser şaredarîyên Mêrdîn, Êlih (Batman) û Xelfetî nîşan da.
Hiqûqzan Pinar Hacibektaşoglu ku ramanên wê bêtir nêzîkî hikûmetê ne, ji Dengê Amerîka re danîna qayuman şîrove kir:
“Ez parêzerek im ku heta niha li dijî tayînkirina qayuman, her çend di encama qanûnê de be jî, ez dijî vê yekê me. Ji ber ku îradeya hilbijêran ji sindoqan derketîye holê. Li şûna rêveberê herêmî û li şûna wî yê ku bi tayînkirinê hatîye destnîşankirin, berîya her tiştî ne li gorî pêkanînên demokratîk e. Bi ya min, ev tayînkirina qanûnê qayumê pêdivîye were guhertin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari jî ragihand ku yên ku behsa aşitîya hundir dikin, di armanca wan de tu tiştekî wisa tunene. Hatîmogullari amaje kir ku ewê ti gav jî têkoşîna xwe destbernedin.
Piştî Serokê Şaredarîya Esenyurtê Ahmet Ozer yê CHP’ê, îro jî Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Şaredarê Xelfetîyê Mehmet Karayilan ji kar hatin dûrxistin.
Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê cezayên ku ji ber sûcê “endamtîya rêxistina terorê ya çekdar” û dozên ku dewam dikin wek hinceta erkdarkirina qayuman dîyar kir.
Li gor şîrovekarên sîyasî tê ragihandin ku dewleta Tirkîyê wê li hemberî sîyaseta Kurd her ku biçe tundrê be.
Rojên borî, Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî ragihandibû ku bila Serokê PKK Abdullah Ocalan were meclîsê û di grupa DEM Partîyê de qise bike û bila PKK jî dest ji çekan berde.
Piştî tayînkirina qayuman Ahmet Turk got, “Dibe ku desthilatîyê hin tiştê ku daxwaz kir bi destnexist, ana jî dest bi van polîtîkayan dikin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî li hemberî danîna qayuman bertêk nîşan da. Ozer got, “Ahmet Turk wek kesekî kevoka aşitîyê ye, lê îro ew jî li ser erka xwe hate durxistin. Ezê biçim Mêrdînê û piştgirîya Ahmet Turk bikim.”
Parlementerê DEM Partî’yê Celal Fira piştî tayînkirina qayuman ji Dengê Amerîka re got:
“Mijara tayînkirina qayuman dê bandoreke xirab li ser pêvajoya heyî vede. A rastî xirakirina pêvajoyê di tayînkirina Şaredarîya Esenyrtê destpêkir û ana jî li ser şaredarîyên me tê firehkirin. Di normalîzekirina hikûmeta AKP-MHP’ê wisa dixuye bi qayuma dawî dibe.”
Medyaya Tirkîyê ku ji sedî 90 di bin kontrola hikûmetê de ye, parastina tayînkirina qayuman kir, lê ya ku nêzîk opozîsyonê ye, danîna qayuman rexne kir.
Hêjayî dîyarkirinê ye ku daxuyanîyeke balkêş jî ji alîyê Serokê Grupa Partîya Dadê û Pêşvebirinê (AKP) Abdullah Gular hat.
Guler got, “Di çarçoveya madeya 127’ê ya destûra me de, bi awayekî demkî li şûna wan wezîfeyek hatîye danîn. Hun dibêjin qayum, lê di pênaseya qanûnî de nayê gotin ku ew qayum e.”