Berdevikê Wezareta Derve ya Qatarê, Mecîd el-Ensarî ragihand ku sekinandina şer ya li Gazayê wê sibe demjimêr 7ê sibê destpê bike.
Ensarî da zanîn ku 13 kesên di nava koma yekê ya kesên girtî wê di saet 4ê paşnîvro werin berdan.
Ensarî dîyar kir ku her awayekî binpêkirina agirbestê wê ji hêla alîyên navnetewî wê were şopandin.
Ensarî herwiha got ku armanca wê ya dawîn pêkanîna agirbesteke mayînde ye.