Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Tirkiyê Şandina Leşkeran Bo Qatar Erê Dike


Parlamena Tirkiyê roja Çarşemê, proje yasayek pejirand ku, li gûr wê yasayê Tirkiye dikare leşkerên xwe jibo piştevaniyê bişîne welatê Qatar, li bingeha leşkerî ya li wî welatê belav bike.

Ev biryara parlamenê Tirkiyê dê jibo piştevaniya welatê Qatar'ê be, yê ku ji aliyê hind welatên mezin yên rojhilata navîn ve hatîye îzole kirin ji aliyê dîplomasî û bazirganî ve.

Proje yasa ji aliyê 240 endaman ve hat erê kirin, piştî dûberiyên mezin di navbera partiya desthilatdar AKP û partiya Gel ya Komarî CHP'ê derketin, CHP li dij biryarê rawesta.

Erebistana Saudî, Misir, Îmaratên Erebî û Bahrên roja Duşemê, têkiliyên xwe li gel Qatar qût kirin bi sedema ku Qatar piştevaniya grûbên tundrê dike, lê Qatar vê yekê hertim red dike.

XS
SM
MD
LG