Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Politico Lîsta Îranê ya Gefên Kuştina Berpirsên Amerîkî Eşkere Dike


Wêneyê Qasim Silêmanî di destê Serokomarê Berê yê Îranê Ebrahim Raisi de
Wêneyê Qasim Silêmanî di destê Serokomarê Berê yê Îranê Ebrahim Raisi de

Rojnameya Politico ragihand ku berpirsên di rêveberiya Amerîka de di wê baweriyê de ne ku Îran hîn jî li ser hewlên xwe yên ji bo kuştina berpirsên berê û yên niha yên Amerîkî berdewam e yên ku bi baweriya wan dest di kuştina Fermandarê Hêza Qudsê, Qasim Silêmanî de heye.

Rojnameyê ji zarê 12 hay wan ji gefên kuştinê yên ji Îranê ve hene gotine, hewildanên Îranê wêrektir û berfirehtir bûne bo armanckirina karbidestên Amerîkî, bi taybet hewila kuştina serokê berê Donald Trump.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir ku wan ev agahî ji 24 kesên ku haya wan rasterast ji kuştina Qasim Silêmanî yan gefên ji ber wê heye, wergirtine, di nav de endamên Kongresa Amerîkî yên niha û yên berê, endamên Dezgeha Veşartî, alîkarên Kongreyê û berpirsên payebilind yên rêveberiya niha.

Li gorî wan kesan, ku nexwestine navên xwe eşkere bikin, di lîsteya Îranê navê nêzîkî 12 alîkarên ewlekariya netewî yên serdema rêveberiya Trump hene.

Rojnameyê diyar kir ku van kesan hûrgilî li ser hewldanên Îranê yên têkildarî hakkirin û çavdêriya dîjîtal li dijî berpirsên berê û endamên malbatên wan eşkere kirine û şopandina karbidesên Amerîkî di dema serdanên derveyî welat de.

Gelek ji wan kesên ku bi rojnameyê re axivîn, di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Amerîkî hîn jî hewl dide gefên Îranê fêm bike û heta niha rêyeke domdar ji bo parastina hemû kesên ku di metirsiyê de ne, nedîtiye, ev jî derfetê dide Tehranê ku gefên xwe bi cih bîne.

Li gorî wan kesan, ji bilî Trump, ku wek serokê berê parastina Servîsa Veşartî distîne, herî kêm 7 general, dîplomat û şêwirmendên berê yên di rêveberiya wî de di 24 seatan de li jêr parastin û ewlekariyê de ne.

Rojname dibêje ku lîsteya kesên ku parastina wan tê dom kirin, her hemî rasterast bi kuştina Qasim Silêmanî ve girêdayî ne yan jî yên ku di rêvebiriya Trump de di postên payebilind de bûn.

Di rêza pêşîn ya lîsta navan de Wezîrê berevaniyê yê berê Mark Esper, Serokê berê yê Serfermandariya Hevbeş Mark Milley, Serokê Ajansa Ewlekariya Neteweyî Paul Nakasone, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî Kenneth McKenzie, Wezîrê Karên Derve yê berê Mike Pompeo û Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo Îranê Brian Hook hene.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî dike ku her çend rayedarên Amerîkî ji bo parastina gelek berpirsên gefxwarinê hewlên nedîtî dane, lê hin kesên ku rastî gefên bi heman rengî tên, parastina hikûmetê wernagirin, di nav wan de berpirsên berê yên Encûmena Asayişa Niştimanî.

Rojnameyê ji zarê Berdevkê Encûmena Asayişa Netewî Sean Savitt ragihand ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden gefên Îranê weke “pirseke ewlekariya netewî û ewlekariya navxweyî ya herî pêşîn” dibîne.

Savitt anî ziman ku Îran dê bi "encamên giran" re rû bi rû bimîne eger êrîşî her welatiyekî Amerîkî bike, di nav de yên ku xizmeta hikûmetê dikin.

XS
SM
MD
LG