Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayîd El Manna: Kuştina Qasim Silêmanî Derbeya Herî Mezin Bû li Dij Îranê


Ay'd Al Manna
Ay'd Al Manna

Piştî fermandarê Sopayê El Qudis, Qasim Silêmanî û cîgirê fermandar'ya Heşda Şaabî ya Îraqê Ebu Mehdî El Mûhendîs di êrîşeke firokên Amerîkî yên bê firokevan de hatin kuştin reaksyonên pir alî derketin holê. Derabrê wê bûyerê û derencamên wê Dengê Amerîka dîdarek taybet li gel şirovekarê Kuwaitî yê naskirî Ayîd El Manna'i encam da.

El Manna'i got" Ji encama kuştina Qasimî dê ziyanên mezin bigehin Îranê, wek dizanin Qasim Silêmanî kesê Îranê yê yekê yê herî tundrê bo, jibo ew ji hemûyan zêdetir aligirê belavkirina bawermendîya mezhebî û ya siyasî ya Îranê bû, herwiha wî belavbûna Îranê li herêmê ser hesaba welatên din encam dida û dixwest".

Rojnamevan Dr. Ayid El Manna û Rojnamevan Haşim Alî Mendî-Hewlêr
Rojnamevan Dr. Ayid El Manna û Rojnamevan Haşim Alî Mendî-Hewlêr


El Manna'i herwiha derbarê bandora kesatîya Silêmanî dibêje, Qasim Silêmanî kesê berpirs bû ji hemû milîtanên alîgirên Îranê li Îraq, Sûrye, Libnan, Yemen û heta Afrîqa.

Derabrê hewlesta Heşda Şaabî û Îraqîyan li hember Amerîka ji ber ku Amerîka ew anîn ser desthilatê û alîkarîya wan kir bo herifandina rejîma Sedam Husên, El Manna'i got"Bawer bike eger Amerîka nebaye, ne tenê Îraq heta Îran jî dê nikarba, ne Sedam, heta ku neviyê Sedam lawê Quseyê ji ciyê wî bilivînin".

Şirovekarê Kuwaitî Ayîd El Manna'i, dide zanîn ku niha Îranê baş fam kir ku Amerîka aram hebû li hember zêdegaviyên wê bi taybet piştî ku serok Trump bersiv nedabû Îranê dema ku firoka Amerîk ya bê firokevan li ava Kendavê xistbû xwar, herwiha hind zêdegaviyên li Îmarat û êrîşên û Focêr, û bo ser zeviyên petrolê li Erebistana Saûdî.

El Manna'i dibêje, Îranê ev yek weke lawaziya Amerîka nirxand, di hizra Îranê de nebû ku dê Amerîka derbeyek weha mezin li Îranê bide.

Hevpeyvîn li gel Şirovekarê Kuwaitî Ayîd Al Manna
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00


XS
SM
MD
LG