Sibeya Roja Înê generalê Îranî Qasim Silêmanî, fermandarê Sopaya Qudsê û Ebu Mehdî el-Muhendîs, cîgirê fermandarê Heşda Şaabî di êrîşeka firokên bê firokevan yên Amerîkî de, li firîngeha navnetewî ya Bexda hat kuştin.
Bûyera kuştina Silêmanî bû sedema dengvedan û reaksyonên herêmî û Cîhanî, piraniya welatan daxwaza aramî û parastina tenahiyê kirin. Îranê gefên tolhildanek cergibir ya li dijî Amerîka kirin. Amerîka jî derhal hêzên zêde tir hinartin Bexda.
Berpirsên Amerîkî, di serî de serok Donald Trump, da znaîn, ku Qasimî berpirse ji kuştina hezaran welatiyên Amerîkî.
Berpirsên leşkerî yên Îranê û Serok Ruhanî û Rêberê Olî yê Îranê Alî Xameneyî di axiftin û daxûyaniyên xwe de gef li Amerîka kirin û dan zanîn yan divê Amerîka ji herêmê bar bike, yan ewê termên wan bişînin welatê wan.
Piştî Kuştina Qasimî û el-Muhendîs rewşa navxwe ya Îraqê dê çawan be? Ewê bandoreke çawan li ser aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de? Dawiyê hikûmeta Îraqê dê biryareke çawan bide? Ev alozî dê çend di berjewendiya DAIŞê de bin û biêrî wê bên?
Di bernama "Hello Washington" de, ev mijar û ev pirs bi mêhvanan re hatin gotûbêj kirin.
Mêhvanên bernamê, Faysel Daglî Çavdêrî Siyasî û Lêkolînvan ji Almaniya û Baban Seqizî, Çavdêrê Siyasî jo Denîmark.
Pêşî Daglî got"Kuştina Qasim Silêmanî ji encama proseyekê bû ku eve demek tê dom kirin ne bûyerek bû bi serê xwe rûdaye û ne jî surprîzek bû". Daglî herwiha got "Li Îraqê ne dewlet heye û ne hikûmet, ewê nikar be biryarek rast bistîne".
Seqizî ji aliyê xwe de got"Zihniyeta Komara Îslamî ya Îranê hêjî zihniyeta serdema împîratûriyê ye dema bala desteyiya wê li ser hemû herêma "Med" ya hewza derya welatên Medîteryan hebû". Seqizî herwiha got'Kuştina Qasimî derbeyek giran bû, li dewleta Îranê hatî dan".