Malbata Qareman Şukrî yê ku di dadgehek nihênî da bi 7 salan zindanê hatî sizadan, di pireskonfransekê da bo kenalên ragehandinê li ber derê mala wan li gundê Sirîyê yê girêdayî nahiya Şêladizê, qeza Amêdiyê, behsa ne edaletîya dadgehkirina Qareman kirin.
Pêşî mamê Qareman, Şakir Zeynedîn got "dibêjin hikûmeta herêma Kurdistanê serweriya yasayê di parêze lê dadgehkirina Qareman dijî tev yasayane û ne me wek kes û karên wî nejî çi parêzeran ageh ji vê dadgehkirinê nîne."
Dîsan birayê Qareman Şukrî, Zêrevan Şukrî di preskonferansê de axiftinek kir û got "Em bangî tev rêkxistîyên mirovatî û rojnamevanî dikîn alîkarîya me bikin û ya tev girtîyên Badînan yên hind bi 6 salan hatîn zindanîkirin û li van çend rojên bên dê hin kesên din hên dadgehkirin, lew dixwazîn tev rêkxistîyên mirovatî di harîkar bin eger dê evan girtîyên dî jî, bo çend salan hên zindankirin."
Derbarê heman mijarê, komîta parastina rojnamevanan(CPJ) di raporta xwe ya berevanî da daye xuya kirin ku di dadgehek nihênî da 7 salên zindanê bo Qareman Şukrî derkirin û di bêjin divê zo bihê azadkirin û hikûmeta herêma Kurdistanê dest ji sepandina cezayên dijwar li ser endamên ragehandinê berde.
Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê hevkariya berevaniya navnetewî Dindar Zêbarî di raporta xwe da gotîye Qareman bi made 156 ya yasaya Îraqî hatîye zindankirin.
Mda 156 madeke ji madên cezayê tawanan ya yasaya Îraqê û ev madek girane, lê me pirs ji hin parêzeran kir gotin "li herêma Kurdistanê kar bi vî madê yasayî nayê kirin li hemberî wî madeyê yasayî, madê sala 2003 li ciyê wê hatiye dayin.
Cihê amajê ye ku Qareman Şukrî li Sirîyê li nahya Şêladizê di mal da li roja 21ê meha Yek ya îsal 2021ê bi destên hêzên ewlekarîyê hatîye girtin û dest danşye ser tev kel û pelên wênegirtinê û kompîyuterên wî, heta niha li cem wanin û nahêlin dukana xwe ya wênegirîyê veken ku jêderê jiyana wane.