Azerbeycanê îro Çarşemê dîyar kir ku wê tevgerên xwe yên leşkerî li herema Nagorno-Qarabaxê rawestandîye, piştî ku hêzên cudaxwaz yên Ermenî pêşnîyara agirbestê qebûl kirine.
Li gor peymana ku ji hêla du alîyan ve hat pejirandin wê hêzên cudaxwaz ji heremê derkevin û çêkên xwe radest bikin.
Hat ragihandin ku li gor peymanê danûstandinên ser siberoja herêmê û Ermenîyên ku li wir dijîn wê sibe Pêncşemê destpê bikin.
Cudaxwazên Ermenî ku Qarabaxê wek "Komara Artsax" bi nav dikin, dibêjin ku ew neçar bûne şertên Azerbaycanê qebûl bikin, piştî ku artêşa Baku ênîyên wan şikandin û dest danîn ser hejmareke cîhên stratejîk.
Azerbaycanê, piştî ragihandina êrîşên li heremê ku jimareke leşkerên wê kuştine, roja Sêşemê dest bi operasyona xwe ya leşkerî ya herema Qarabaxê kiribû.
Li gor ragihandina karbidestên mafên mirovan yê li Karabaxê7 ji wan sivîl, 32 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûn.
Di operasyona Azerbaycanê ku wek "operasyoneke dijterorê" bi nav dike, li gor ragihandinên xwecîhî 7 hezar zêdetirî 7,000 Ermenî neçar mane ku ji şeş gundan koç bikin.
Gelek Ermenî jiber ku herêm ji 1991’an vir ve nava du şeran de mane loma ji siberoja xwe gumanbar in û Ermenistan jî Azerbeycanê bi hewildana paqijkirina etnîkî tawanbar dike.Baku van gotaran red dike û dibêje ku ew plan dike ku 120 hezar Ermeniyên etnîkî yên herêmê bike yek û wê mafên wan li gor qanûna bingehîn biparêzê.
Heya niha bi rengekî serbixwe nehatiye piştrastkirin ku piştî ragihandina agirbestî gelo şer û pevçûnên li heremê didomin yan na.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qafqasya Hejarê Şamîl ku rewşa ser erdê nêzve dişopîne, ji Dengê Amerîka re got ku herem di ware pevçûnên çêkdarî de bedeng e.
“Jiber ku serhildarên Ermenî tevgerandina li gor peymanê ragihandin ku radestkirina çêkên û derketina ji heremê ye. Herwiha jixwe li gor hezên Azerîyan, çekên wan pir lawaz in. Qonaxa îro ya li heremê ku peymana agirbestê hat ragihandin nîşan dide ku herema Karabaxê wê jinûve têkeve bin serwerîya Bakuyê."
Encama alozîya tund ya du rojan, wek serketineke leşkerî ya bo Azerbaycana bi piştgirîya Tirkîyê tê dîtin, ku hêzên wê ji yên cudaxwazan pir zêdetir in.
“Pirsgirêka Qarabaxê kêşeyeke dirokî ya jeopolîtîk e ku herî zêde sivîl zararê dibînîn û Ermenistan ne têr ne hêzdar e ku li hemberî Azerbaycanê derkeve,“ Şamîl got.
Operasyona leşkerî ya Azerbaycanê rastî rexneyên tund yên Amerîka û hin welatên Ewrupa hat ku dibêjin divê ew kêşe bi rêka danûstandinan were çareser kirin.
Şamîl bawer dike ku hin hewlên destwerdanên ji Rojava hebin, lê ewê bê bandor bin.
“Pêkan e ku Amerîka, welatên Ewrupî û NY hewl bidin ku di hin waran de destwardana sîyasî bikin, lê ez bawer nakim bikaribin encamê biguherînin. Planeke din ya ji alîyê din ve bi serketî tê meşandin ku bo hêzên heremî pir girîng e, “ Şamîl got.
Dema ku siberoja tevlihevîya li Qarabaxê didome, rewşa şênîya wê ya Kurd jî ne dîyar e.
Şamîl hebûna Kurdan ya li Qarabaxê bi bîr dixe û behsa ‘Kurdistana Sor’ dike.
“Li herêma rojavaya Qarabaxê, li nêzî sînorê Ermenîstanê, di 1923’an de ‘Kurdistana Sor’ hatibû ava kirin, wek komareke girêdayî Yekîtîya Komarên Sosyalîst yên Sovyetê. Paytexta Kurdistana Sor bajarê Laçîn bû û şeş heremên wê -Kelbecar, Zengîlan, Qubatlî, Cebrayîl û hin beşên jî Zengezûr – hebûn, Lê, Kurdistana Sor di 1929’an de, jiber givaştina Tirkîyê, hat têk birin “ Şamîl ji Dengê Amerîka re got.
Ew bi bîr tine ku li gor serjimêrîya sala 1926’an şênîya Kurdistana Sor 51 hezar kes bû ku ji sedî 72 kurd, ji sedî 26 azerî û ji sedî 0,7 jî Ermenî bûn.
Şamîl dide zanîn ku rejeyeke mezin ya Kurdan li heremê –hem li Ermenistan û hem jî li Azerbeycan- dijîn, lê jiber asimîlasyonê wan bi piranî nasnemaya xwe ya Kurd hinda kiriye.
“Hin ji Kurdan xwe mîna alîyê Ermenistanê, yên din jî xwe wek alîyê Azarbeycanê dibînin, jibo her du yan jî di şer de cîh digirin, dimirin. Lê, jiber ku asimîlê bûne, ew tênagêhin ku Laçin axa Kurdan e,“ Şamîl got.
Hun dikarin tevahîya hevpeyvîna bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Kafkasya Hejarê Şamîl ji ser lînka jêrin guhdar bikin: