Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî ya Ewlekariyê li Qamişlo


Rewşa ewlekariyê li çargoşeyên ku hêzên rejîmê lê dimînin li Qamîşlo
Rewşa ewlekariyê li çargoşeyên ku hêzên rejîmê lê dimînin li Qamîşlo

Krîza di navbera Rêjîma Sûrî ji hêlekê û Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ji hêlekê din de, hîn bi dawî nehatiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji 14ê Nîsanê ve çargoşeyên ewlehiyê yên ku hêzên rêjîma Sûriyê li Qamişlo û Hesekê lê dimînin dorpêç kirine.

Berpirsên Rêvebirîya Xweser ji hêla xwe ve ragihandin ku beramberî dorpêçkirina hêzên rêjîmê li ser herdu taxên Helebê yên Kurd Şêx Meqsûd û Eşrefîyê hêzên wan , dezgehên ewlekariyê yên rêjîmê li Hesekê û Qamişlo dorpêç kirine.

Dezgehên ragihandinê yên Rêjîma Sûrîyê HSD bi sîyaseta birçîbûnê tawa kir, her wisa pûçkirina karê dezgehên sivîlane weke aborîya giştî û hin dezgehên din.

Ji aliyê xwe ve, Asayîşê bersiva idayên Rêjîmê red kirin. Asayîşê tekez kiribû ku wê karmendên hikûmetê ji avahiyên xizmet guzariyê yên rêjîmê ji kar qedexenekirine, lê dorpêça ewlehiyê tundtir kiriye.

Tevî heldanên ji aliyê Hêzên Rûsî di çareser kirina vê kêşeyê de lê heya dema amadekirina vê raporê kirîz berdewam e.

Li gorî çavdêran, Rêveberiya Xweser daxwazên diyaloga li gel rêjîmê nebirîne berovajî vê yekê ew tekez dike ku amade ye danûstandinê bike. lê rejîm red dike.

Di heman demê de rêbebirîya xweser rêjîma sûrîyê bi birçîkirina kurdên Helebê tawan dike.

Berdevkê rêvebirîya xweser Liqman Ehmê di daxuyanîyeke taybet ji bo Dengê Aamerîka got "Rêjîm dixwaze bi rêya birçîkirina sivîlan qezencên sîyasî bidestbixe."

Hêjaye gotinê ye ku du taxên mezin ji bajarê Helebê Eşrefîyê û Şêxmeqsûd ji destpêka alozîya sûrîyê de ji serwerîya rêjîmê derketine, û ew jêr parastina YPG de ne.

Pir caran rêjîma sûrîyê wan taxên kurdan dorpêç dike û nan û avê ser şîneyan dibire.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev 45 roj in, ew tax dorpêçkirî ne, Rêveberîya Xweser bersiv li Qamişlo û Hesekê da û tevgera hêzên ewelekarîya rêjîmê puç kir ne.

Raporta Qamîşlo 17 04 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG