Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Qamişloyî jibo Sekinandina Êrîşên Tirkîyê Name Pêşkeşî NY Kir


Parêzerên Kurd û aktîvîstên mafên mirovan li pêş avahîya NY li bajarê Qamişlo êrîşên Tîrkîyê şermezar dikin, 23 Tebax, 2022.
Parêzerên Kurd û aktîvîstên mafên mirovan li pêş avahîya NY li bajarê Qamişlo êrîşên Tîrkîyê şermezar dikin, 23 Tebax, 2022.

Endamên Yekîtîya Parêzerên Herêma Cizîrê û Komeleya Mafên Mirovan îro sêşemê li bajarê Qamişlo li ber avahîya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên Tîrkîyê yên ser heremê şermezar kirin.

Xwepêşandaran ser nave rexistinan, nameyeke jibo Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) redestî karbidestên NY li Qamişlo kir.

Seroka Komela Mafê Mirovan ya Cizîrê, Evîn Cuma li pêş avahîya NY nameya ku bo dozgerê giştî yê ICC Kerîm Xan hatibû nivîsîn, xwend.

Cuma di nameyê de hejmara qurbanîyên êrîşên Tirkîyê û komên çekdar yên Sûrî ku girêdayê wê ne, dîyar kir.

Li gor sazîyên beşdar di heyama 6 mehên destpêka vê salê de jiber êrîş, topbaran û dronên Tirkîyê bi tevahî 122 kes hatine kuştin û 173 kes jî birîndar bûne.

Li Efrînê, 24 kes hatine kuştin, 380 kes jî ji alîyê çekdarên Sûrî ve hatine revandin û her wiha 400 darên Zeytûnê hatin birîn.

Cuma bang li NY û garantorên agirbesta 2019’an kir ku êrîşên Tirkîyê rawestînin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin:

li Qamişlo Parêzerên Kurd Bo Rrawestandina Êrîşên Tirkîyê Ji Dadgeha NY re Name Şandin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00
XS
SM
MD
LG