Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Droneke Tirkîyê Xaleke Asayîşê Armanc Girt


Îro înê 2 sibatê danê sibehê Droneke Tirkiyeyê xalek Asayîşê li Qamişloyê bombebaran kir.

Hêzên Ewlekarîya Hindrîn Asayîş bi daxuyanîyekê ew êrîş tekez kir.

Lê heya dema amadekirina vê raporê ne vîdeo nejî foto ji cihê êrîşê nehatin bidestxistin.

Berpirsê navenda ragihandinê ya Asayîşê Ebdelah Esdûn Sedûn bi daxuyeneykê jibo Dengê Amerîka encama êrîşê eşkere kir.

"Di encama êrîşê de 4 endamên Asayîşê canê xwe jidest da û 1 birîndar heye," Sedûn got.

Di berdewamîya daxuyanîyê de berpirsê ragihandina Asayîşê li Bakûr û Rojhilata Sûrîyê Ebdelah Sedûn got ku Daişê sûdê ji êrîşên Tirkîyê werdigre:

"Êrîşên Tirkîyê ewlekarîya herêm têk dibe û tenê Daişê sûdê digre ji van êrîşan," Sedûn got.

Li gorî amarên Çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan ji destpêka 2024an ve artêşa Tirkiyeyê 62 caran êrişî herêmên Kurdên Sûrîyê kir ye .

Di wan êrişan de 7 kesan canê xwe ji dest daye, jinek û zarokek jî di nav de 13 kes birîndar bûne.

Bi êrîşa roja Înê 2 Sibatê hejmara qurbanîyên êrîşên Tirkîyê ji destpêka vê salê dighêhe 11 kesan.

ZO_02_02_2024_Asayish_Drone
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00

XS
SM
MD
LG