Îro roja yekê ya Cejna Qurbanê ya Misilmanan e ku li herêmên Kurdî jî ev cejin cihekî taybet digire û her kesek pê şad dibe.
Ji destpêka şerê li dijî DAIŞ’ê, herêmên Kurdî li Sûrîye ketibûn bin metirsîya êrîşên teroristî, jiber wê kêfa cejnê nemabû.
Lê, di vê salê de rewş cuda ye jiber ku serkeftinên leşkerî yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li Reqa, bandora xwe li rewşa civaka sîvîl jî dikin.
Rojnamevan Xalid Omer dibêje ku vê salê cejin bi rengekî geşbîn derbas dibe, aramî li her derê heye û xweşî li ser rûyê xelkê dîyar dibe.
Omer herwiha tîne zimên ku hêzên ewlehîyê jibo parastina bazaran û karên gel li kolanan, di amadebaşîyê de bûn û gelê herêmê jî alîkarîya wan dike.