Îro Çarşemê demjimêr 11'ê berî nîvro pevçûnên dijwar di navbera Asayîşa Kurdî û hêzên ser bi rejîma Esad ve derketin, piştî ku hêzên rejîmê xwest ku dest deyne otomîbîleke trafîkê ya Asayîşê.
Tê ragihandin ku di pevçûnên berdewam de ji her du alîyan kuştî û birîndar hene û rewş hîn aloz e.
Rojnamevan Abdulselam Mihemed ji Qamişlo agahîyên li ser rewşa heyî dide û kiryara hêzên rejîmê wek gave provokatîf nav dike.