Di navbera 16 û 17'ê Îlonê de Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ku ji aliyê Meclisa Sûrîya Demokratîk (MSD) ve hate orgenîzekirin komxebateke şêwermendiyê li Qamişlo li darxisitn.
Piştî du rojan beşdaran daxuyanîyeke hevbeş ya nerînên xwe derbarî paşeroja siyasî û sîstema paşeroj ye Sûrîyê ragihandin.
Endama komîta Amdekar Canda Mihemed ji Dengê Amerîka re diyar kir ku damezrandina desteyek siyasî ku nûnertiya hemû gelê Sûriyê bike, lewra ji du salane ve li hundir û derveyî Sûriyê civînan li dardixin.
Beşdarên komxebata Qamişlo dibêjin pêwîst e çareserîya siyasî nasnameya nîştimanî û têgeha nenavendîbûna Sûriyê berçav bigire.
Entar Ilyas, Serokê Meclisa Gel a Aşûriyan, dibêje civîneke wiha ku hemû pêkhateyên Sûriyê komî ser hev kiriye girîng e, bi taybetî di navveroka pêşniyara paşeroja Sûriyê de.
"Em hêvîdar in ku ev civîn li seranserî erdnîgariya Sûriyê bê lidarxistin da ku ber bi destpêkeke berfirehtir ber bi dîtina çareseriya herî baş a pirsgirêka Sûriyê ve biçe," ew dibêje.
Di vê komxebatê de ku hejamreke nûnerên hêzên siyasî û kesayetên siyasî ji piraniya bajarên Sûrîyê beşdar bibûn tekezî li ser nenavndiya pergala siyasî ya Sûriyaya pêşeroja hate kirin.
Dr. Silêman Alhewarî, serokê Italfa Hêzên Opisziyona Sûriyê ya Nû, ku xwe weke hêzeke opozisyona alternatîv ji Italfa Sûrî ya bi ser Tirkiyê ve radighîne, diyar kir ku hêzên siyasî yên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê têkçûn û tu pirojeyên wan ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrîyê tuneye.
"Bêyî çareseriya siyasî tu hêviyên me nemane û bêyî pêkanîna Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li seranserî Sûriyê tu çareserî nîne ji bo rizgariya gelê Sûriyê û rawestandina xwîn gelê Sûriyê, ev derfeteke bingehîn e ji bo avakirina Sûriyê û gelê Sûriyê," Alhewarî dîyar kir.
Di daxuyaniya komxebatê de hate gotin ku sedemên neçareserkirina aloziya Sûriyê ji ber kêmbûna nûnertiya Sûriyê di prosesa siyasî de, dûrxistina hêzên herî girîng ên opozîsyona demokratîk, nebûna rêveberiya siyasî ya her du aliyên danûstandinê ye û girêdana hin partiyan bi ajendayên derve re.
Beşdaran tekez kirin ku tu çareseriyeke leşkerî li Sûriyê nîne, û çareseriya siyasî tekane rê ye li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, û danûstandinên rasterast di navbera her du aliyên şer de, "rêjîm û opozisyona rasteqîn".
Di konferansê de li ser girîngiya avakirina "nasnameya neteweyî ya berfireh" ku pirrengiya civakî û çandî nîşan dide û yekitiya neteweyî pêk bîne, cihêrengiyên neteweyî, etnîkî, çandî, olî, li ser bingeha hemwelatiya tam û azad bîne cem hev, li hev kirin.
Hêja ye gotinê ye ku ev konferansa 6mîn e ya kesyatên demokratîk li derve û hundirê Sûrîyê ku MSD'ê li dardixe.