Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Otomobîlekê de 2 Kes li Qamişlo Hatine Kuştin


Maşîneke peqandî li Qamişlo (Arşîv)
Maşîneke peqandî li Qamişlo (Arşîv)

Îro Çarşemê, piştî nîvro jinek û kurê xwe di encama teqîna otombîleke wan de li taxa Enterî ya rojhilata bajarê Qamişlo jîyanên xwe ji dest dan.

”Îro Çarşemî 28ê Tebaxê, tam di saet 1 piştî nîvro de, teqînek li bajarê Qamişlo li taxa Enterîyê qewimî û di encamê de otomobîleke Hyundai li hember navenda postê ya bajêr teqîya,” Hêzên Ewlekarîya Hindurîn, Asayîş bi daxuyanîyekê li ser malpera xwe ragihand.

Asayîşê got jî ku di encama teqînê de 2 sivîl, jinek û kurê wê îiyanên xwe ji dest dan.

Asayîşê dîyar kir ku li gor vêkolînên wê yên destpêkê "sedema teqînê encama mayîneke ku di nava otomobîlê de hatibû çandin bû û hêzên wê jibo eşkerekirina hûrgilîyên peqînê dest bi vêkolînên berfireh kiriye.

XS
SM
MD
LG