Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Mihemed Hesen li ser rewşa bajarê Qamişlo agahîyan dide.
Hesen bi tundî red dike ku gelê Qamişlo jiber tirsa DAÎŞ cîh û warên xwe diterkîne û wan derdorana bi belavkirina nûçeyên derew tawanbar dike.
"Nûçeyên wî rengî derew in û armanca wan belavkirina tirsê ye ku bajarê Qamişli were vala kirin. DAÎŞ, rejîma Esed û Tirkîyê bi hevre vê planê dikin û tenê taxên Kurdan rastî êrîşên DAÎŞ tên."
Hesen ku berî çend rojan li Til Hemîs bû, li ser operasyona YPG ya ser wî bajarî jî agahîyên balkêş dide û îdîayên kuştina sîvîlan wekî propoganda nav dike.
"Ez çûm Til Hemîs. Tiştekî wek kuştina kesên sîvîl tuneye. Dezgehên ragihandina Erebî û hinekên Kurd bi zanabûn nûçeyên wiha diweşînin zararê bidin serketina YPG."