Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeleya Mafên Mirovan Ya Cizîrê Li Qamîşloyê Çalakiyekê Lidar Dixe


Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê, îro 10 Kanûnê di Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan de, li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo mangirtinek lidar xist.

Daxuyanîyek ji aliyê rêvebira Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cumaa, bi amadebûna hejmarek çalakvanên civaka sivîl, hate xwendin.

Evîn Cûma got, "Piştî 75 salan ji ragihandina mafê mirovan hîn jî mirov tên kuştin."

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî jinên çalakvan ên Serêkaniyê û Efrînê jî beşdar bûn.

Derbidera Serêkaniyê Cîhan Hisên diyar kir ku rewşa ew û bi hezaran koçberên Serêkaniyê tê de dijîn, berovajî yasayên mafên mirovan e.

"Mafê me ye, ku bi aramî vegerin cih û warên xwe," Cîhan Hisên got.

Ji aliyê xwe ve, çalakvana ciwan a ji Efrînê Sewsen Hiso, ku ev 6 sal in dûrî bajarê xwe dijî, hestên xwe derbarê vê rojê ji Dengê Amerîka re derbirîn.

Hiso got, "Banga min ew e ku em tevî malbata xwe vegerin Efrînê."

Artêşa Tirkiyê di salên 2018 û 2019an de du operasyon li dijî herêmên kurdên Sûrîyê pêk anîn. Di encamê de bajarên Serêkanîyê, Girêspî, û Efrînê hatin dagîrkirin û bi sed hezaran xelk ji cih û warên xwe derbider bûn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê, ji destpêka sala 2023an û heya 7ê meha 12an a vê sale, zêdetirî 650 kes bûne qurbaniyên binpêkirin û şerê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûdane, di nav de jî qurbaniyên êrîşên dronên Tirkiyê.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00

XS
SM
MD
LG