Îro li bajarê Qamişlo, çalakiyên Pêşengeha Şeşemîn a hunera Şêwekariyê destpêkir.
Pêşengeh bi siponseriya Desteya Çandê ya bakur û rojhilata Sûrîyê û alîkariya Desteya Çandê ya herêma Cezîrê li navenda Mihemd Şêxo hat vekirin.
Endamê komîta amadekar Mûnîr Şêxê ji Dengê Amerîka diyar kir ku 139 şêwekar beşdarî li asta bakur û rojhilta Sûrîyê beşdarî pêşengehê bûne.
Di pêşengehê de her şêwekarek bi tabloyekê beşdar bûye.
Şêwekar Mûsa Mûsa ku her sal beşdarî vê pêşngahê dibe, dibêje,
her sal beşdarî zêde dibe û tabloyên cûda têne pêşkêş kirin.
li aliyekî din, balkêşaya vê salê ew e ku 71 şêwekarên jin beşdarî pêşengehê dibin, her wiha piraniya wa jî jinên ciwan in .
Şêwekara ciwan Mîdiya Xelîl dibêje ev du sala beşdar dibe, û tabloyeke taybet ji bo vê pêşengehê amade kiriye.
Li aliyekî din mêvanên pêşengeha vê salê bi gerseyî serdana pêşengehê dikin.
Nejbîr Huseynî mêvaneke jine kêfxweşiya xwe anî ser ziman û got:
''Pêşngeha vê salê balkêşe ji aliyê tabloyan û beşdaran ve''.
Hêjaye gotinêye ku pêşengeh dê 3ê rojan berdewam bike.
her wiha wê pêşengeh di roja 20 ê vê mehê de bi şahiyekê û dana pawernameyan bi dawî bibe.